
Piştre jî ev şande li mala Hevjîna Celal Telebanî bi rayedarên YNK’ê berpirsê karîgerî mektebî siyasî yê YNK’ê mela Bextyar û endama Politbiro ya YNK’ê hevjina Celal Telebani Hêroxan re hevdîtin pêk anî. Şandeya BDP’ê ku bi xwere hin diyariyên anîbûn, radestî Mela Bextiyar kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat li darxistin. Hevdîtinê saet û nîvekê berdewam kir. Piştî hevdîtinê şandeya BDP û rayedarên YNK’ê li mala Hêroxan bi hevre xwarin xwarin. Piştî xwarinê hevserokê BDP’ê Salhadin Demitaş, Nazmî Gûr û Mela Bextiyar derketin pêş çapemeniyê û li ser hevdîtinê daxuyanî dan. Şande pişt re çû bajarê şehîdan Helebceyê. Li vê derê li gel Nûnerê YNK’ê Cemil Hewramî re hevdîtin çêkirin.
BDP´yî çûn serdana Helebceyê
Şandeya BDP’ê piştî serdana Helebçeyê çûn li ser goristana Şehîdan û gul danin ser sembola gorîstanê. Pişre heyet vegeriya bajarê Silêmaniyê û di saetên şevê de hin hevdîtin çêkirin. Şandeya BDP’ê li hotela High Crest bi parlementerê parlemena Iraqê Ala Talabanî û Halit Şiwanî Kerkûkû re hatin gel hav. Pişte re şandeya BDP’ê li gel endamên PÇDK’ê Vahap Abdullah û Mihamed Abdullah re çûn serdana Yekgirtuya a Îslamî û li gel endamê Meclisê Ebubekir Elî û Ebubekir Alaadin re hevdîtin pêkanîn.
Piştî hevdîtinê Selahattin Demirtaş bersiva pirsên rojnamevanan dan. Demirtaş destnîşan kir ku operasronên nerêtiyê û ruşvetê yên li Tirkiyê pêkhatin, di dîroka Tirkiyê de operasyona herî mezine a li dijî nerêtiyê û ruşwetê ye. Demirtaş wiha dom kir; “Tişta ku ji bo me giring ew bû ku niha aliyên cidî yê diziyê diyar bûne. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Di welatekî wekî Tirkiyê bi hezaran kes birsî, zarokên Wezîran û birokratan bi milyaran dolar birine. Ev ne tiştekî ku bê pejirandin. Ev tiştekî ku dengeyên siyasetaya Tirkiyê bingûhê hev bixe ye. Li Tirkiyê pêwistî bi siyasetek paqij a alternatîf heye. Ew jî di bin pêşengtiya BDP û HDP’ê de di kare pêş bikeve.” Serdana şandeya BDP’ê li Başûr didome.
DÎHA/SILÊMANÎ