Şandeyeke payebilind a Artêşa Emerîkayê doh çû serdana Rojavayê Kurdistanê û bi rayedarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) re hevdîtin pêk anîn.
Di nav şandeya Emerîkî de Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Emerîkayê General Kenneth McKenzie hebû. General Kenneth McKenzie li gel Fermnadarê Giştî yê QSD´ê Mazlûm Ebdî û fermandarekî din ê QSD´ê yê bi navê Nîroz Ehmed re civiya.
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê, diyar kir di civînê de li ser wan babetan nîqaş kirine: "
- Gefên ewlehiyê yên li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de.
- Planên kar û koordîneyê di navbera QSD û Koalîsyona Navneteweyî de ji bo berdewamkirina şerê li dijî terora DAIŞ`ê.
- Pirsgirêka kamp û dîlên DAIŞ`ê yên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de."
Her wiha Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar kir ku fermandar Mezlûm Ebdî daxuyaniyeke kurt daye çapemeniyê û gotiye: “Nêrîna di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de derbarê piraniya mijarên ku hatin nîqaşkirin de, wekî hev bûn.”
QAMIŞLO