
Di dema ku şande çû serdana Navenda Meclîsa Rêveber ji aliyê Serokê Meclîsê Ekrem Hiso, herdu cîgirên wî Hisên El-Ezam û Elîzabêt Gewriyê, Serokê Desteya Têkiliyên Derve Salih Gedo û herdu cîgirên wî Emîne Osê û Xedîce Ibrahîm û Nûnerên Meclîsa Rêveber Ebduselam Ehmed û Ciwan Mihemed, hate pêşwazîkirin. Li vir Zohat Kobanê derbarê rewşa Rojava û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî û Rêveberiya Xweser li Kurd, Ereb, Suryan û Asûriyên herêmê pîroz kir. Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso derbarê serdana şandeya PYD'ê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Şande çû serdana navenda Meclîsa Zagonsaz û ji aliyê Hevserkên meclîsê Hekem Xelo û Nezîra Gewriyê û Endamên Dîwana Meclîsê Perwîn Mihemed û Ekrem Mehşûş hate pêşwazîkirin. di serdanê de ji bo biserketina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêwîstiya hevgirtina hemû aliyên li welat û derve û girîngiya pêşxistina vê projeyê li hemû deverên Sûriyê hate ziman.
AMÛDÊ