Beriya rûniştina roja Pêncşemê, Endamê Meclîsa Partiyê ya PYD'ê û Nûnerê Ewropayê Abdulselam Mûstafa ji bo der barê Rojava û rewşa giştî ya Sûriyeyê de agahiyan bide û pozîsyona Kurdan bîne ziman, li gel nûnerên BDP'ê yên li Yekitî û Konseya Ewropayê re, duh dest bi hin hevdîtinan kir.
Berpiryarê PYD'ê yê Ewropayê Abdulselam Mûstafa û nûnerê BDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay, bi gelek parlamenterên Parlamenta Ewropayê yên li dosya Sûriyeyê dinêrin û eleqeyê nîşanî daxwazên azadiyê yên gelê Kurd didin re hevdîtin kirin. Koma Çep a Parlamenta Ewropayê jî nûnerên PYD û BDP'ê vexwend civîna êvarê ya koma xwe. Serokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gaby Zimmer di axaftina vekirina civînê de mêvanên xwe da naskirin û ji bo nêrîna der heqê pozîsyona PYD'ê di şerê li Rojava û Sûriyeyê de werbigire mafê axaftinê da nûnerê PYD'ê.
Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Mûstafa jî bal kişand ser rewşa Rojava ku hem rastî êrîşa çeteyên Selefî yên bi piştgiriya derve, hem jî ambargoya aborî û xurekê ya hêzên rejîmê tê.
Nûnerê PYD'ê da xuyakrin ku xweseriya demokratîk a bi sîstema kantonan ne tenê ji bo Kurdan ji bo parastina mafên gelên Ereb, Asûrî, Ermenî Çerkez, baweriyên cuda yên Xiristiyan, Elewî, Êzidî, ji bo hemû pêkhateyên li herêmê ye.
Nûnerê PYD'ê diyar kir ku Kurdan ji destpêkê ve xwe nêzî rejîma zordar û Selefiyên xwedî pêkanînên antî demokratîk nekirine û daxwaza alîkarî û piştevaniyê ji koma çep a Parlamenta Ewropayê kir. Serokê Koma Çep Zimmer jî di axaftina xwe de anî ziman ku wan her tim hewl dane alîkariyê bidin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan û ewê ji niha û pê ve jî vê desteka xwe dewam bikin. Nûnerên PYD û BDP'ê her wiha doh di saetê êvarê de bi mêvandariya serokê koma dostaniya Kurdan Jurgen Klute yê ji koma çep, li navenda çapemeniyê ya Parlamenta Ewropayê civînek lidar xistin. Di civîna ku di dema nûçeya me amade bû de hêna encamên wê aşkere nebûbûn de dihat payin ku PYD bi deklarasyoneke nivîskî bendewariyên xwe yên berçav ên ji rûniştina li Parlamenta Ewropayê bîne ziman.
STRASBOURG