Şandeyek ji Rojava-Bakurê Sûriyeyê serdana paytexeta Japonya Tokyo, kir. Li ser vexwendnameya Komeleya Hevalbendiya Japonya-Kurd şandeyek ji Bakurê Sûriyeyê çû Tokyo. Şande ji Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif, Berdevka Fermî a Kongreya Star Evîn Siwêd  û Serokê Koalîsyona Niştimanî li Sûriyeyê Mistefa Meşayîx û Refîq Ceifer pêk tê.

Li gor agahiyên ku ji Meclîsa Damezrîner hat girtin, şande dê rêzecivînan bi Wezareta Derve ya Japonya û endamên parlemento re pêk bîne. Di civînan de dê mijarên şerê li dijî DAIŞ, rewşa koçberan, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bên nîqaşkirin. Tê payîn ku serdan wê 6 rojan dewam bike. 


 TOKYO