ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS /ŞENGAL

 

Şandeke Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Mafê Mirovan a Cihanê çûn serdana gundê Koço yê li Şengalê. Şande ji aliye mezinê gundê Koço, Nayîf Caso ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ji bo lêkolîna gorên komî yên li Şengalê çû gundê Koço. Şande li gund çû ser gorên komî û serdana dibistana Koço ya ku bi sedan kes tê de hatin qetilkirinm kir.

Derbarê seredana şandeya NY’yê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Faris Herbo axivî û got; “Em weke rêveberiya Şengalê vê serdanê baş dibin. Em hêvîdar in ku bikaribe li jenosîda li dijî gelê Êzîdî xwedî derkeve û bi erka xwe rabe.”

Faris Herbo got, divê şandeyên ji bo lêkolînkirinê serdana Şengalê dikin bi berpirsyarî kiryarên DAIŞ‘ê derxînin holê.