Bi amadebûna bi dehan şêniyan Komîngeha Şanoyê li bajarê Qamişlo hate vekirin.Bi dirûşmeya “Tevî rojên xweş û rojên xemgîn jiyan didome” Tevgera Çand û Huner a Demokratîk, Komîngeha Şanoya Rojava li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo vekir.

Komîna Şanoya Rojava, bi armanca bipêşxistina şano û avakirina komên akademîk kar û xebatê dike. Komîna Şanoyê bi mebesta ku hunermend, şanoger, nivîskar û derhêneran li cihekî bicivîne, doh navendeke xwe di hundirê Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo vekir.

Di şahiya komîngeha şanoyê de bi sedan şêniyên bajêr, hezkiriyên çand û huner, Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso, Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çand û Huner û Serokê Komeleya Çanda Suryan a bajarê Qamişlo, Hena Hena jî amade bûn.

Di şahiyê de, sînevîzyoneke der barê xebatên Komîna Şanoyê li herêma Efrîn, Cizîrê û Firatê de hate nîşandan.

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso axivî û got: “Dîroka şanoyê dîrokeke kevnar e, her çiqas kevin be, giyan û hinasê dide civakê, ji ber ku şano xweşî û xemgînî ye, rastiya civakî diyar dike. Şano bi civakê re dijî.”

Serwer a komê li ser dikê bû

Di şahiyê de Koma Şanoyê, şanoya xwe ya bi navê “Serwer” pêşkêş kir ku nivîskarê wê Ednan Mistefa û Raperîn Hesen e.

Paşê jî koma govendê a ser bi Komîna Şanoyê, dîlanên folklorî yên Kurdî pêşkêş kirin.

Koma Şehîd Cûdî û Koma Kevneşopî jî stranên folklorî yên Kurdî gotin.Dayika şehîd Osman, Selîma Yûsif Elî Navenda Komîna Şanoyê vekir.

 

ANHA/QAMIŞLO