MUHAMMET DOGRU
MA/STENBOL
Li dijî zextên li dijî hûner, Şa Performan weke alternatîf hat avakirin. Ji Şa Performansê Tuncay Ozel, diyar kir ku ew bi biryar in ku şanoya bi Kurdî dewam bikin.
Piştî Rewşa Awarte (OHAL), gelek saziyên çand û hûner hatin girtin. Hûnermendan hewl da li dijî vê alternatîfan ava bikin. Komek şanoger jî, li Stenbolê, Şa Performans ava kir û ji bo şanogeriya Kurdî meydaneke nû vekir. Ji Şa Performansê Tuncay Ozel, pevajoya vekirina vê dikê vegot.
Her tişt bi Kurdî
Ozel, anî ziman ku ev 7-8 sal in bi du hevalên xwe re li Êlihê bi şanogeriyê re elaqeder dibin û wiha axivî: “Me bi hev re biryar da. Li Stenbolê dikeke civakên şanoya Kurdî tinebû. Li Stenbolê 5 milyon Kurd hene. Me dizanî potansiyel heye. Li aliyekî me xwest em xwe bi pêş bixin û li aliyê din jî me biryar da ku em li Stenbolê şanoya bi Kurdî pêşkêş bikin. Ligel ceribandinên perdeyê yên beriya bi 2 mehan, dîsan jî elaqeyeke mezin hebû. Me kelecana temaşevanan û hesreta li şanoya bi Kurdî di çavên wan de dît.”
Ozel, da zanîn ku ligel Şa Performansê, ew li meydanan xebatên strangotin û dansên modern jî dikin, û got: “Ekîba me tenê şanoya bi Kurdî dike û em vê ji bo xwe weke rêzikê dibînin. Komên bixwazin bi zimanên cuda şanoyê bikin jî, dikarin werin li Şa Performansê pêşkêş bikin û derkevin ser dikê. Me bi ekîbeke 4 kesan dik ava kir. Nêzî 15 rojan em hatin gel hev û me bi awayekî kolektîk bername ji xwe re derxist.
Tenê bi bedena xwe
Ozel di dewamê de wiha peyivî: “Li Tirkiyeyê ji ber pêvajoya siyasî û êrişên heyî, hûner di serdemeke zor û zehmet re derbas dibe. Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Komên me yên şanoyê belav kirin. Astengiyên wiha hene. Bi taybetî şanoya Kurdî her ku diçe tê biçûkkirin. Lê li gorî nihêrîna min ji vê biçûkbûnê mirov dikare performanseke xurt derxe holê. Em wisan bi dekorên mezin nalîzin û bi dehan kesan re şanoyê nakin. Tekane kelûpela me bendena me ye. Kesên ku bendewariyên wan ên aboriyê hebin, divê qet nekevin nava karê şanoya Kurdî. Divê mirov ji dil vî karî bike.”
Kurs destpê dikin
Ozel, destnîşan kir ku ew ê kursên mîna şano, dans modern, gîtar, saz, erbane, piyano û kemanê bidin û got, “Qeydên kursan dest pê kir. Bi vebûna zanîngehan re, di meha Cotmehê de em ê dest bi kursan bikin. Ji 2 mehan zêdetir, me bi Kurdî şanoya ‘ji akademiyê re raporek’ li ser dika xwe lîst. Niha jî em li ser Mîrzayê biçûk dixebitin. Çiqas astengî hebin bila hebin û di rewşên herî xerab de jî em ê dest ji hûnerê xwe bernedin. Divê em hîn zêdetir bi pêş ve bibin. Şano bi Kurdî xweş e.”
Şa Performans a her heftê konseran dide, di 8’ê Îlonê de jî dê Hîvron vexwîne ser dika xwe.