Hin ji van jî li navçeya Mêrdînê Kerboranê bi cih bûn. Li Kerboranê ji bo zarokên Şengalî şano heta pêşandan. Şanoya bi navê Dara Jiyanê li pêşberî zarokên şengalî li ser dikê bi gewde bû. Lîstkvanên vê lîstika şanoyê jî zarok bûn. Ji ber wê jî zarokên Şengalî bi kêfxweşiyeke mezin û elaqeyeke taybet temaêe kir li lîstikê. Piştî şanoyê li muzîkê hat guhdarî kirin.
Li ser navê koma şanoyê Lokman Turgut axivî û ev tişt anî ziman: "Armanca me ew e ku em vê trawmayê kêm bikin û bi wan bidin hiskirin ku ev dever mala wan e. Di nava kesên ku ji Şengalê hatine gelek zarok hene û saetek be jî me xwest em atmosfereke cuda bi wan bidin hiskirin."

Ciwanan piştî şano û muzîkê diyariyên ku bi xwe re anîbûn li zarokan belav kirin û wêneyê bîranînê bi hev re girtin.

MÊRDÎN