5. Festîvala Rojên Şano yên Êlihê wê bi lîstika 'Qimil' ya Navçenda Çandê ya Wêranşarê li gundê Şikefta, lîstika 'Dûpişk' a Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê jî li salona sînema ya Yilmaz Guney, dewam bike.
Zarokê Giresîra şanoya Kurd nas kirin
Di çarçoveya 5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Êlihê de turnuvaya şanoya ku li gundan pêktê didome. Li bajaroka Giresîra Êlihê, lîstika Hêza Zarokan hat lîstin û zarokên li ser erd dixebitin jî eleqeyek mezin nîşan dan. Mîhrîcana Şanoyê ya Êlihê ku di 21’ê Nîsanê de dest pê kir bi eleqeyek mezin tê pêşwazîkirin. Di çarçvoveya bernameyên şanoyê de turnuvayên şanoyê li gundanpêk tê. Zarokan şanoya bi zimanê wan tê lîstin eleqeyek mezin nîşan da. Piştre hevserokê şaredariya BDP’a Êlihê Ejder Sarigul soza navenda çandê da zarokan.
Zarokan lîstik bi eleqeyek mezin temaşe kir.piştî lîstikê performansa peykera zindî hat nîşandan. Her wiha di şahiyê de çîrokên zarokan û ferhengokên Kurdî hatin belavkirin.
ÊLIH