
Şanoger Harûn Hêvî di biwara şano û tevgera rizgariya Kurdistanê de ji Çetoyê Zêdo re peyivî.
Dema qala şanoya çiyê, an şanoya gerîla tê kirin çi tê fahm kirin?
Şanoya çiyê bi gelek aliyên xwe cuda ye. Bi derfet û amûrên li çiyê, ji teref şervanan şanoya ku dihat ser sehnê jê re dibêjin şanoya çiyê an jî şanoya gerîla. Hemû lîstikvan ji gerîla pêk tên, temaşevan jî gerîla ne. Û şanoya li çiyê jî, ji jiyana gerîla ye. Çêkirina sehneyekê ji hemû alav û derfetên çiyê û şervanan pêk tê. Di hemû rojên taybet ên partiyê de şano tê pêşkêşkirin. Her şanoyek ne kêmî saetekê ye û bi gelemperî amadekirina wê, tevî hazirikirina çîrok, metn, dramatûrjî, rejî û provayê herî zêde mehek e. Di nav şertên şer de bi xwe bi tenê skêç û şanoyên kurt tên hazirkirin.
Berhemên dibistana Şehîd Sefkan çi ne?
Koma şanoya Şehîd Sefkan ji bîst û du hevalan pêk dihat. Di nav wan de pênc şehîdên me “Hêvî Şanoger, Yekta Herekol, Zerdeşt, Rêzan û Dagistan Koçer” jî hebûn. Me şanoyên bi navê “Bûka Toriyan, Birîna Qado, Demokrasî, Wuha ye, Gurî, Xwedêhûta Ango Bedet, Agire Bêdawî” amade kirin.
Bi şanoyê hûn dixwazin çi bikîn?
Ji ber ku şano, rastiya jiyana civakê ye û ji bo bersiva civakê weke çekekê ye. Di warê estekîk û hem di warê wêjeyî de û di warê xweîfadekirinê de weke av û nan e. Di bedewiya şanoyê de armanc hemû paqij dibe. Şano ji bo min xweîfadekirina bingehîn e.
Di xabatên hunerî de hûn hêza xwe ji kû an ji çi digirin?
Dûrbûna ji welêt… Bi şano û hunerê dikarim xwe û dengê xwe bigihînim welatê xwe. Temaşevan, welatê min e, li ser axa min e. Wê çaxê em dikarim bi ruh bigihêjin hevdû. Her çiqasî min niha navber daye şanoyê jî, ez bêriya disiplîna şanoyê dikim. Bi awayê fizîkî û ruhî divê mirov hertim amade be, barê qelpbûnê raneke. Dema ku ez bi koma xwe re dixebitîm, di hazirkirina şanoyê hemûyî de min xwe berpirsyar didît. Ji ber ku şano, me hemûyan eleqeder dike û divê şanoger barê hevalê xwe sivik bike, ku kêmasî hebe ya herkesî ye, serketin jî ya komê hemûyî ye.
Şanoya kurdî ber bi ku ve diçe?
Bi dîtina min li gel hemû kêmasiyên xwe jî ber bi şanoyeke neteweyî ve diçe. Ya rastî, berî deh salan ez ne tenê şanoger bûm. Di heman demê de weke şervanekî jî berpirsyariyên min hebûn. Di 1995'an de li Îzmîrê ez şagirtekî şanoyêbûm. Wê demê, weke niha zêde bala şanoyê ne li ser hunerê bû, bala wê piranî li ser progandayê bû. Ji ber ku zulm û zexta li ser me hebû, me bi vî awayî şanogeriya xwe dikir. Li Bakur saziyên şanoyê tunebûn, derfet jî tunebû an jî qedaxe bû. Bi tenê li hin bajarên mîna Stenbol, Izmîr û Mêrsînê dihate kirin, lê lawaz bû. Ji ber ku dewletê nedihişt ku şano û hunera kurdî hebe. Lê dîsa jî şanoya Kurdî heta ku jê dihat li ber xwe dida.
Kîjan şanogeran tesîr li we kir?
Bi taybet bandora Şanoger Hêvî û şanoya Hêvî, ji bo min sereke ye. Şanogerên şanoya Hêvî hemû mamosteyên min bûn, lê bandora Şanoger Hêvî ya herî zêde bû.
Daxwaza Nemir Hêvî Şanoger be ku li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê sehneyên şanoyê werin vekirin û di her warî de derfetên şanoyê werin afirandin. Wesiyateke din jî ev bû ku li Mêrdîn û li Qoserê konservatuwara şanoyê veke. Yek ji xeyalên wî ew bû ku li meydaneke Amedê, şanoyekê pêşkêş bike.
Ji şanogerên nû hûn kê diecibînî?
Li gorî ku ez dişopînim Şanoya Bajêr a Amedê li ber çavan e. Xweziyên min hene. A sereke jî xwezî min bikarîbûya bi zimanê xwe perwerde bibin. Niha ji ber tinebûna derfetên şanoyê li Erîwanê karê çapemeniyê dikim.
Guhertinên şanogeriya we çi ne?
Ji hêla lîstikvaniyê ve niha gelek tişt ji bo min hatin guhertin, ez haziriya xwe ya ji bo şanoyên siberojê dikim. Ji bo min bêyî armanc û metneke xurt û komxebatê şano nayê kirin.
Şanoya Kurdî çiqasî tê temaşe kirin. Profîla temaşavên şanoyê çawa ye?
Temaşevanên me, em bi xwe gerîlla bûn. Carinan li hin bajar û navçayên Başûr jî em derketin pêşberî temaşevanên kurd.
Temaşevanên me di hemû waran de şoreşger bûn, jiyana ku me dianî li ser dikê ji bo wan baldar bû. Ji ber ku jiyana wan bi xwe bû. Bi ken û dîtinan, rexneyên xwe hertim bi me re bi awayekî zindî parve dikirin. Ji bo ku em jî parçeyekî wan bûn bi hêsanî em dihatin rexnekirin.
Têkiliya şanoger û ziman çiqasî girîng e?
Mixabin gelekî kêm e. Bi qasî ku ez dişopînim dibînim şanogerên Kurd di jiyana xwe de, ev rastî li şanoya çiyê de jî hebû, ziman pirsgirêk e. Ji aliyên zaravayan ve jî hin pirsgirêkên me hebûn.
Şanoya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dikin?
Di hin xalan de li hevdû dikin, lê di hin xalan de na. Yek şanoya Kurdî li gorî civaka me û ya din jî derveyî civak û rojeva me şanoya biyanî heye. Divê ku li gora rojev û civaka xwe çanda xwe ya şanoyê em biafirînin. Ku em barê xwe ranekin, em ê nikaribin barê xelkê rakin. Lê mixabin mîna gihayê hewşê, şanoya Kurdî tahl e, divê em çîrok û klasîkên xwe bêtir bikaribin derxin ser sehnê. Bi dîtina min hê jî dema xwenirxandinê nehatiye. Divê em bêndera şanoya xwe mezin bikin ku pişt re karibin qala rewş û rengê şanoya xwe bikin. Ji hêla şanoyê ve em negihaştine şanoyeke neteweyî.
Li ser şanoya zarokan nêrîna we çi ye?
Şanoya ji bo zarokan ji klasîkên Kurdî û bi pedagojiyê divê werin ser dikê. Ji bo vê yekê derfetên me kêm in, divê em li hêviya dewletê nesekinin. Divê em zarokan ji bîr nekin. Li vir du salan min perwerdehiya şanoyê da zarokên Elegezê û derfetên min çê bibin dixwazim van xebatan dewam bikim.
Ji bo we wetaya şanoyê çi ye?
Şano ji bo min xweîfadekirina jiyanê ye. Şano ji bo min rexnekirina jiyan û xwerexnekirin e. Bi şanoyê re mirov dikare bedewiyê nîşan bide.
Şanoya Kurdî çawa dikare were binavkirin?
Gurî… Şanoya Gurî divê bigihêje civakê, tenê du caran hate pêşkêş kirin lê negîhaşt temaşevanên giştî. Hemû klasîkên kurdî û taybetî jî serpêhatiyên lehengên şoreşê divê were ser sehneya Kurdî. Dixwazim herî dawî bibêjim; şanoya Kurdî baweriyekê dide mirov, em çiqasî ji xwe û ji ziman û neteweya xwe hez bikin, em ê ewqasî jî şanoya xwe mezin bikin.
Harûn Hêvî kî ye?
Şanoger Harûn Hêvî, li gundekî Erxenê ji dayik bûye. Heta bîst saliya xwe li gund mezin dimîne. Ji ber şerekî li gund ew tevî malbatê bar dike, diçe Erxenê. Ji bo kar diçe rojavayê Tirkiyeyê. Sala 1994'an li Îzmîrê dest bi xebatên çandê li NÇM´ya Îzmîrê dike û bi beşdarbûna Şanoya Hêvî re sala 1995'an ew Heval Hêvî nas dike. Ew di heman demê de di nava siyasetê de jî çalak e. Sala 1995'an weke şanogerekî bi serkêşiya Hêvî Şanoger (Gafur Dogan), piştî ku NÇM´a Îzmîrê tê girtin, li derve karên xwe yên şanoyê tevî hevalên xwe dewam dike. Ji 1997'an heta 1999'an di nav şanoyên “Zîlan, Şerê Çinî, Hêviya Me Hûn in, Helepce, Trêna Aştiyê, Kosagelî” de di nav karên teknîkî dixebite. Sala 1999an berê xwe dide çiyayê azad. Sala 2001'ê tevî mamosteyê xwe Hêvî Şanoger di nav refên gerîla de bi bin banê “Dibistana Şehîd Sefkan” de bi serkêşiya Şehîd Hêvî û Yekta Herekol ji nû ve destê xwe li karê şanoyê vedimale. Şanoyên li çiyê amadekirî jî ev in: “Xwedêhûta Ango Bedet, Çîroka Axê, Zîlan, Lewha Qederê, Rastî Dagirker e, Nepeniya Rû, Agirê Bêdawî, Ezra, Teyrê Zîv, Nemir, Xwîna Yekem, Evîna Gul û Masî, Gurî… Eyna Bejnê (Fîlm, Derhêner Ş. Xelîl Ûysal) Ew senaryoya “Hunermendê Yekem, Yekbûn, Kurdistan, Hêsir” dinivîsîne. Gotin û muzîka “Şehîd Hêvî (Çiya) û Xweziya Kevok bûma (Bermal, Koma Awazê Çiya)” çêdike. Niha jî li Êrîwanê bi hunerê mijûl e. Di ber re karên çapemeniyê (Rojnemaya Zagros) dimeşîne, bernameya “Dengê Xerîbiyê” (Çira Tv) jî heftane çêdike.
ÇETOYÊ ZÊDO / ÊRÎWAN