Pêr saet 17:00’an li Saziya Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji aliyê Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) ve daxuyaniyek ji bo salvegera Roja Şano ya Cîhanê 27’ê Adarê hat dayîn. Bi dehan endamên Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Endama NÇHM’ê Axîn Kara daxuyanî xwendin û got: “Dibe ku hemû destkeftiyên civakî yên çandî bi nav û danasînek giştî were îzahkirin. Lê ger em bi wateyek giştî çandê bidin naskirin, çand ji nû ve estetîzekirina hunerê ya ji destkeftiyên civakê û cardin pêşkêşî civakê kirine. Bi vê wesîleyê 27’ê Adarê di Roja Şano ya Cîhanê  de ku riya me ronî dikin şehîd Hêvî û şehîd Yekta Herekol em bibîrtînin. Bi vî  awayî  em salvegera Şehadeta Şehîd Yekta Herekol bibîrtînin û soza bîranîna wan bilindkirinê tekoşîna wan didin. Em weke şopdarên Şehîd Yekta Herekol û Şehîd Hêvî Yekta soza ku emê bibin layiqî wan bin û li doza wan xwedî derbikevîn.” 


 MEXMÛR