Şanoger Hêvî Yekta 27’ê Tebaxa 2004’an dema ku ji bo festîfalê wê biçûya bajarê Kerkûkê, di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû. Hêvî Yekta pê bi şev li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî li NÇHM´ê hat bibîranîn. Di bîranînê de li ser navê NÇHM, Sîrwan Kanat û yek ji Endamê Rêveberiya NÇHM’ê Leşker Cûdî axivîn û piştre jî filma ku Hêvî Yekta bi navê Jenure di 2004’an de li Wargeha Mexmûr çêkiribû, di salvegera biranîna Hêvî Yekta de ji aliyê gelê wargehê ve hat temaşekirin.
Bi tena serê xwe hola sînemayê ava kir
Sirwan Kanat di axaftina destpêkê a bibîranînê de got, “Hêvî Yekta ji roja destpêkê ve ku tevlî nava refên Azadiyê bû, heta şahadeta xwe li keleka berxwedanê, hemû karê tiyatro jî bi rê ve dibirin. Dema cara yekê hat wargehê tevî hemû bê derfetiyan jî bi tena serê xwe li vê derê salona sînemayê ava kir.”
Her wiha endamê NÇHM´ê Leşker Cûdî der barê şanoger Hêvî Yekta de got, “Şanoger Hêvî Yekta di 2004’an de filma bi navê Jenure li wargeha Mexmûrê çêkiribû heta niha li vê filmê nehatye temaşekirin. Îro di salvegera bîranîna Hêvî Yekta de em vê filmê pêşkêşî hemû gelê xwe dikin.”
Leşker Cûdî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li ser şopa ku şanoger Hêvî Yekta ji me re hiştî, heta dawiyê bimeşin û xwedî li keda Hêvî Yekta derkevin.”
MEXMÛR