Tecrûbeyeke 20 salan a Şanoya Bajêr a Amedê heye û ev 3 sal in jî xebatên xwe wekî ‘Şanoya Taybet’ didin meşandin. Lîstîkvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar diyar kir ku niha ji bo gel cihekî alternatif ava dikin, got, “Em cihê xwe yê nû bi piştevaniya temaşevanên xwe û bi kampanyayên rengîn ava bikin.”

Berfîn anî ziman ku ew di heman demê de şanoyeke turneyê ne, bi qasî ku li Amedê derdikevin ser dikê li Êlihê jî derdikevin ser dikê û got, ew ê di 12’ê Kanûnê de li Rihayê jî derkevin ser dikê û girseyeke mezin a şanoya Kurdî heye.

Berfînê diyar kir ku li Ameda herî kêm milyon û nîvek mirov lê heye hemû xebatên xwe li salonekê dikin ku ji bo 83 kesan e. Berfîn dibêje, ew ji ber vê ji bo xwe li cihekî cuda digerin: “Em ê vî cihê xwe yê nû di heman dem ê de bi piştevaniya temaşevanên xwe û bi kampanyayên cur bi cur çêkin. Ev cih ji bo me gelek girîng e û em gelek bi kelecan in. Me berî niha bi 3 salan jî şanoya taybet ava kir.  Li bajarekî ku ji bo şanoyê elaqe zêde ye, şanoyên taybet û dikên alternatîf tine ne. Cihê ku em ê ava bikin, wê tenê ne dika şanoyê be, ew ê bibe navenda konser û pêşangehan jî.”

 Wan qeyûm red kir 

Berfîn anî ziman ku cihê wan hatiye xespkirin û got, avakirina cihekî nû ne bi wê maneyê ye ku ji deverên din vekişiyane. Berfînê diyar kir ku wan nexwestiye bi qeyûm re bixebitin û got, ev helwêsteke polîtîk e: “Li her derê keda me heye û xwediyên wan deverên qeyûm xespkirî jî em in. Helbet em ê rojekê li wan deveran vegerin. Lê em dixwazin ku cihên alternatîf ên biçûk jî hebin. Amed bajarê çandê ye û potensiyeleke bi vî rengî lê heye. Vî bajarî tiştekî hindik nedîtiye lê ne di warê xwedîderketina li çandê de û ne jî di warê temaşevanan de pirsgirêk tine ye. “

Malbat bila zarokan bibin şanoya Kurdî 

Berfînê herî dawî jî got, “Ji bo ku mirov li çand û zimanê xwe xwedî derkeve huner girîng e. Divê bi taybetî malbat zarokên xwe ji bo temaşekirina li lîstikên Kurdî, bînin şanoyê. Dema ku zarok zimên li meydana cemawariyê nebînin, nizanin ka wê çawa bi kar bînin. Lê dema ku li ser dikê be, û ew lê temaşe bikin, ev tiştekî gelekî cuda ye. Ji ber wê divê malbatên Kurd bi taybetî zarokên xwe bînin da ku li şanoya ji bo zarokan ên bi Kurdî temaşe bikin. Hemû dibistanên dewletê zarokên me dibin şanoyên dewletê yên bi Tirkî. Ev aliyê asîmîlasyonê yê din e.”

 

JINNEWS/AMED