Waliyê Edeneyê bi hinceta ewlehiyê, lîstika şanoyê ya bi Kurdî ya bi navê “Zargotin Zêrgotin e” qedexe kir û destûr neda ku lîstik derkeve ser dikê.

Walîtiya Edeneyê ji bo dijminatiya xwe ya li Kurdî, hinceta ewlehiyê nîşan da û destûr neda ku lîstika Şanoyê ya bi Kurdî ya bi navê  “Zargotin Zêrgotin e” derkeve ser dikê. Tiyatro Mencelê xwest doh bi şev li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê vê lîstika şanoyê derxe ser dikê.

Lîstikvanê şanoyê li avahiya HDP´ê ya Edeneyê kom bûn û biryar şermezar kirin. Şanoger Tarik Ertan, diyar kir ku Walîtiya Edeneyê ev 3 car in ku bi heman hincetê lîstika wan qedexe dike. Ertan, bang li Walîtiya Edeneyê kir û got: “Em dipirsin. Heger hûn nikaribin ewlehiya me misoger bikin, hûn çawa li wir rûdinên? Em ê li gel hemû zext û astengiyan xebatên xwe yên hunerî dewam bikin.”

 

MA/EDENE