Dîlgirtina Şêx Seîd 

Dema ku Şêx Seîd tevî serekên din yên serhildanê li Solexa civiyabûn, artêşa 8´an û alayên di bin fermandariya Xalît Begê de û hêzên Xormek û Lolanan jî dor li heremê girtibûn.  Şêx Seîd piştî ku dît dora wan tê girtin, 14ê Nîsanê li Bakûrê Mûşê xwest di Pira Muradê re derbas bibe. Ji ber baran û lehiyên biharê ji bilî piran derfeta derbasbûna Çemê Mûradê nebû. Lê wî aliyê avê leşkerê Talat Beg ji wan re bûbû asteng. Fermandarên Kurd dixewstin ji ser Kopê derbasî Bedlîsê bibin. Piştî ku ji Pira Mûrade zivirîn, berê xwe dan Pira Evdirehman. Di maîyeta Şêx Seîd de 50 serek û pêşengên serhildanê hebûn. 

Li cem Şêx Seîd hevçengê wî Qasim Beg jî hebû. Ew di dema dorgirtina li Wartoyê de ketibû xizmeta Şêx Evdila. Lê Qasim Beg di binî re bi dewletê re dixebitî û rojane agahî didan fermandarên herêmê. Qasim Beg ji eşîra Cibran bû û di Artêşa Tirk de Bînbaşî bû. Piştî ku Şêx Seîd hatibû Solexa û dixwest derbasî Deşta Mûşê bibe, Qasim Beg hewl dida ku rêya wî di Wartoyê re derbas bike. Û bi vî awayî Şêx Seîd xapandibû. 

Qasim Beg di binî re ji fermandarê artêşa Tirk ê Wartoyê Osman Nurî Paşa re nameyek şandibû û dabû zanîn ku ew ê Şêx Seîd bigire, jê re alîkarî lazim e. Qasim Beg piştî ku ji fermandarê Tirk salox girtibû, şeva 14´ê Nîsanê Şêx Seîd ji hevalê wî qetandibû û li nêzî Pira Evdirehman, tevî casûsên xwe xistibû dafikê. Dema ku qefla wan di bin baranê de ji ser pirê derbas dibe casûsên Qasim Begê bi tifingan li wan direşînin. Hespa Şêx Seîd direve û hevalên wî ji hev belav dibin. Şêx Seîd di bin lingê pirê de tê girtin. Wî teslimê eskerên qerekola Çarhuburê dikin. 


Şanoya dadgehkirinê û ji zarokên efseran temaşevan

Serekên serhildanê piştî çend rojan ji bo darezandina qaşoka şandin Amedê. 

Şêx Seîd tevî hevalên xwe 5´ê Gulanê gihandin Amedê. Yekîneyên Tirk ên bi girtiyan re dema ketin Amedê marş dixwendin. Gelê Amedê jî ji bo dîtina Şêx Seîd li kolanan rêz bûbû. Ji Derê Çiyê heta Derê Serayê gel li ser xaniyan û li kolanan li benda wan bû.  

Şêx Seîd tevî qefla xwe li ber deriyê qesra hikûmetê ku li kela navîn bû, ji alî Fermandarê Artêşa 3´yan a Tirk, General Kazim Orbay, Fermandarê Milartêşê General Mursel, Valiyê Amedê Mîthat û serokê Dadgeha Îstîqlalê, Mazhar Mufît ve hatibû pêşwazîkirin. Jin û zarokên efserên Tirk li dij serhildêran diqîriyan. Dewletê li kela navîn li ber deriyê qesra hikûmetê şanoyeke dramatîk amade kiribû. Rojnamevan û rayedarên Tirk jî ji bo temaşekirina rûniştinên mahkemê hatibûn Amedê. 

Şêx Seîd li zindana bajêr ya kela navîn hatibû hepiskirin. Roja girtina Şêx Seîd ango 14ê Nîsanê de, li Stenbolê jî komekî serekên Kurd tên girtin. Seyîd Evdulqadir, kurê wî Seyîd Mihemed, Alîkarê wî Sadî Begê Paloyî û Nivîskar Kemal Feyzî Beg li tên tewqîfkirin û qaşo ji ber sedema têkiliya wan a bi serhildanê re ji bo darezandinê wan dişînin Amedê. 


Dadgehên bi derewan

Armanca qanûna Dadgehên Îstîqlalê ya 31´ê Tîrmeha sala 1922´an tesfiyekirina dijberên Mistefa Kemal bû. Lê ew qanûn heta wê demê nehatibû bikaranîn. 

Bi destpêka serhildanê re li Kurdistanê revêbiriya eskerî hatibû ragihandin. Hikûmeta Îsmet Înonu 4´ê Adara 1925´an li meclîsê qanûnê Dadgehên Îstîqlalê da qebûlkirin. 

Li gorî vê qanûnê wê li Kurdistan û li Enqerê du dadgehên nawendî dê bihatana damezradin. Şaxên van dadgehan jî li cîhê ku pêwîstî hebûya wê bihatana vekirin. 

Birayarên dadgeha Kurdistanê dê derhal û bê îtîraz bihata pêkanîn. Di dadgehên Kurdistanê de parazvan nebûn û li dij birayarên dadgehê rêyên din yên qanûnî girtî bûn. 

Heyeta dadgeha Kurdistanê ji Serokê dadgehê mebûsê Denîzlî Mazhar Mufît Kansû, Dozger Ahmet Süreya Orgevren, mebûsê Kırşehirê Lütfî Mufît Özdeş, mebûsê Bozokê Avnî Doğan û mebûsê Rihayê Alî Saîb Ursavaş ava bû. Endamên dadgehê hemû mebûsên Partiya Komarxwaz bûn û di nav wan de dozger Sureya Orgevren tenê huqûknas bû. 


Ji bo veşartina doza Kurdistanê di nava lîstikê de dolab gerandin

Li Amedê,salona sînemayê ji bo dadgehê hatibû amadekirin. Şêx Seîd û serekên din di hucreyan de bûn. Têkiliya wan bi hev re yan jî bi malbatê wan re hatibû qutkirin. Ji bilî endamên dadgehê kesî nikaribû bi wan re têkilî danîna. Hikûmetê talîmat dabû mahkemê, ku derfetê nedin parastina siyasî. Li ser vê yekê dozger û endamên mahkemê ketibûn nav hewldanên qayilkirinê, ango xapandina serhildêran. Dozger Ahmet Sureya di bîranînên xwe de dibêje, "Min ji wan re digot, ji bo ku hûn piştî darezandinê bi selametî bizivrin malên xwe, parastina siyasî nekin." 

Endamên dadgehê hemû serekên serhildanê qayil kiribûn ku di rûniştinên mahkemê de armanca serhildanê tenê bi motîvên olî û paşveanîna rejîma padîşahiya Osmanî ve girêbidin. 

Serekên serhildanê jî bi soz û bextên dadgehê bawerkiribûn û di parastina xwe ya li hember mahkemê de, behsa motivên neteweyî nekiribûn. Bi vî awayî pirsgirêka Kurdistanê hatibû veşartin. Lê, Şêx Seîd di îfadeyên xwe yên Wartoyê de ku piştî girtinê dabû, armanca serhildanê wek ‘herî kêm Kurdistaneke otonom’ diyar kiribû. 

Di 28ê Hazîranê de rûniştina dawîn çêbû. Dozger bi carekê helwêsta xwe guhertibû. Di îdanama dozger Ahmet Sureya de naveroka serhildênê wek, ‘di bin perdeya olî de tevgera cudaxwazoyê’ hatibû terîfkirin. Di îfadeyên kesên wek Binbaşi Kasim Beg de jî, armanca serhildanê wek ‘dazwaza damezrandina dewleteke Kurdî’ dihat binavkirin. Dozger bi peyvên sar, ji serokê dadgehê îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî dixwest. Mazhar Mufît biryara dadgeha Tirk xwend, got "Heryek ji we ji ber sedemekê rêberî kir, lê armanca we hemûyan serbixwebûna Kurdistanê bû" û navên kesên wê bihatana bidarvekirin, xwendin: 


Bes ku neviyên me me rûreş nekin

Şêx Seîd, Şêx Evdilayê Meleka, Kamil Begê Tokliyan, Baba Begê Tokliyan, Şêx Şerîf, Feqî Hesen Fehmî, Hecî Sadiq Beg, Şêx Brahîmê Çanî, Şêx Elî, Şêx Celal, Şêx Hesen, İzzet Begê Xaribî û kurê wî Mihemed Beg, Mistefa Begê Hênî û kurê wî Mahmûd Beg, Salih Begê Hênî, Şêx Evdilayê Çanî, Şêx Emerê Çanî, Şêx Ademê Hênî, Qadir Begê Madenî, Mele Mahmûdê Pîranî, Şêx Şemsedînê Farqînî, Şêx İsmaîlê Termîlî, Mele Emînê Balikî, Ereb Ebdî, Mihemedê Qargebazarî, Silêmanê Şinikî, Mele Cemilê Musyanî, Silemanî Azî, Hecî Xalidê Balikî, Teymûr Axayê Diyadînî, Evdilletîfê Xinûsî, Mihemed Begê Mûşî, Silêman Begê Mûşî, Behrî Begê Mûşî, Şêx Cemîlê Zoravayî, Yûsifê Çebexçûrî, Elî Badan, Xalidê Qargebazarî, Xalidê Nadir, Tahirê Mihemed, Teyîb Elî Beg, Husên Hilmî yê qeymeqamê Cebexçûrê, Hemîdê Çerkez û Hesenê Salih. 

Dîtira rojê, 29´ê Hezîranê 47 rêwiyên mirinê li pey hev berê xwe dabûn sêdareyan. Feqî Hesen li peşiya hemûyan bû. Salih Begê Hênî ku ber bi mirinê ve dimeşiya, bang li hevalên xwe dikir: "Roj roja mêrxasan e. Bila dostên me bi meşa me serbilind, dijminê me biqehir bin." 

Berbanga sibeha 29ê Hazîrana 1925´an piştî darvekirinê, 47 cenazeyên serekê Kurd li kêlaka hev li sêdareyan daleqandî bûn. Gotinên dawîn yên Şêx Seîd wiha bûn: "Ez ne poşman imm ku ji bo neteweya xwe dibim qurban. Bes ku neviyên me, li hember dijmên rûyê me reş nekin."


FARUK SAKIK