7. Festîvala Şano ya Amedê doh dest pê kir. Festîval bi şiyara ‘Rastî rê li ber azadiyê vedike’ di navbera 26’ê Nîsanê û 5’ê Gulanê de pêk tê. Di festîvalê de bi temamî 12 lîstikên şanoyê tên nîşandan.

Festîvala Şano ya Amedê ku ev sê sal in ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê (AŞT) ve tê lidarxistin, îro bi lîstika bi navê “Tenê Ez” a Teatra Jiyana Nû dest pê kir.

Festîval bi şiyara ‘Rastî rê li ber azadiyê vedike’ pêk tê û heta 5’ê Gulanê dewam dike. Di vê demê de wê bi giştî 12 lîstik werin nîşandan. Tevî komên şano yên ji Amed, Wan û Stenbolê, komeke ji Rojhilatê Kurdistanê jî berhema xwe pêşkêş dike. Lîstikên şano wê li Salona Şano ya ÇandAmedê bên nîşandan.

Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar li ser naveroka festîvalê axivî û bi bîr xist, festîval îsal cara 7’an pêk tê û bang li şanohezan kir ku teqez tevlî çalakiyên festîvalê bibin.

Emektar diyar kir ku ji ber ku Şaredariya Amedê ji destê qeyûm hate derxistin û kete destê gel, wê lîstikên xwe yên şanoyê karibin li salonên şaredariyê nîşan bidin û got, “Ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, ji ber ku em ê karibin derkevin pêşberî hîn bêhtir temaşevanan.”

7 lîstik b Kurdî ne

Li ser bernameya festîvalê Emektar got, “Nêzî 25 miracaet li festîvalê hatin kirin. Ji nava van, me 11 lîstik hilbijartin. 7 jê bi Kurdî ne, 4 jî bi Tirkî ne. Bi giranî 4 lîstikên jinan hene. Bernameyeke xweş û dewlemend be.”

Emektar destnîşan kir ku ew li bendê ne tevlîbûneke xurt li festîvalê bibe û bang li Amediyan hemûyan kir ku beşdar bibin.

Bernameya festîvalê

Doh saet 18.30´î festîvalê bi nîşandana lîstika bi navê “Tenê Ez” ya Teatra Jiyana Nû- NÇM (Stenbol) dest pê kir. Rugeş Kirici, Cihad Ekinci, Omer Şahin rejî û adaptasyona lîstikê kirin. Ev lîstik wê li Salona Şano ya ÇandAmedê 28´ê mehê saet 15:00´an jî bê nîşandan.

Lîstikên din ên bi Kurdî jî ev in: 28’ê Nîsanê lîstika “Mal Be Kol” a Grup Ehûra (Mehabad) a bi derhêneriya Oumid Xakpur li Salona Şano ya ÇandAmed, saet 19.00´an tê nîşandan.

29’ê Nîsanê, lîstika “Zargotin Zêrgotin e” ya Tetra Mencel (Wan) bi derhêneriya Nazmi Karaman saet 19.00´an tê nîşandan.

30’ê Nîsanê lîstika “Kozik” a Tea tra Mencel (Wan) bi derhêneriya Perînaz Delazy saet 19.00´an tê nîşandan.

1 û 2’ê Gulanê, lîstika “Zabel” a BGST – Şano (Stenbol) bi rejiya Aysel Yildirim, Duygu Dalyanoglu, Sevilay Saral tê nîşandan, 1´ê Gulanê saet 19:00´an û 2´yê Gulanê jî saet 15.00´an.

3’ê Gulanê lîstika “Teyba Dawî A Krapp” a tiyARTro (Stenbol) bi derhêneriya Emre Erdem saet 19.00´an tê nîşandan.

4’ê Gulanê lîstika “Ji akademiyê re raporek” a Şa Performansê (Stenbol) bi derhênerî û lîstikvaniya Tuncay Ozel saet 19.00´an tê nîşandan.

5’ê Gulanê lîstika “Tartuffe” a Şanoya Bajêr a Amedê (Amed) bi derhêneriya Ruknettin Gun saet 19.00´an tê nîşandan.

Lîstik hemû wê li Salona Şano ya ÇandAmedê bên nîşandan.

 

ANF / AMED