Selîm Temo: Lîstikên şanoyê yên Kurdî gelek serketî ne. Lîstikên ku ji berhemên biyanî tên wergerandin û bi Kurdî li ser dikê bi gewde dibin jî gelekî serketî ne. Lazim e piştevaniya van saziyên hunerî bê kirin ku di hedefa zordestan de ne.
BÎLAL GULDEM / LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Mihrîcana 7’emîn a Şanoya Amedê dewam dike. Nivîskar Selîm Temo yê ku beşdarî nîşandanan dibe, diyar kir ku berhemên klasîkên cihanê ku tên wergerandin û li şanoya Kurdî tên anîn, şanoya Kurdî bi xwe re gerdûnî dikin û nivîskarên Kurd divê ji bo şanoya Kurdî nivîsan binivîsînin.
Mihrîcana 7’emîn a Şanoya Amedê ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” bi beşdariyeke mezin a şanohezan, dewam dike. Bernameya mihrîcanê bi mêvan ango komên cuda yên şanoyê dixemile. Koma Şanoya ya Mencelê ya Wanê pêr êvarê bi lîstika xwe ya bi navê “Kozik” derket ser dikê. Lîstik li Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat nîşandan û bi sedan şanohezî lê temaşe kir. Gelek nivîskaran jî li lîstikê temaşe kir.
Adalet Agaoglu lîstik nivîsandiye û Perînaz Delazy jî derhêneriya wê dike. Di lîstikê de 3 jin aktrîst in. Lîstik qala jiyana sê jinên çîna navîn dike ku ne xizanî, ne belengazî, ne şer û ne jî pevçûn qet ne xema wan in.
Şanoger betal neman
Nivîskar Selîm Temo yê ku di nava temaşevanan de bû, têkildarî mihrîcanê û şanoya Kurdî pirsên me bersivandin. Temo got, wî lîstika “Kozik” gelekî ecibandiye. Temo diyar kir ku şanoya Kurdî sedsalek li pey xwe hiştiye û bi bîr xist ku, “Yekem car Ebdurrehîm Rehmî Hekkarî, 101 sal berê lîstika Memê Alan nivîsandiye û vegotiye.”
Temo bal kişand ser pêvajoya 3-4 salên dawî ya çand û hunerê Kurdî û got: “Tevî ku zordestan hemû dezgehên çand û hunerê Kurdî desteser kir jî, hunerê Kurdî hilberandina xwe dewam kir. Nemaze Şanoya Bajêr a Amedê li gel şertên kêm û bêavantajiyan jî lîstik ango şanoya Kurdî hilberand û li ser dikan nîşan da. Hewldan û xebatên Şanoya Bajêr a Amedê da nîşan ku hunermendên Kurd dikarin li ser pêya bisekinin. Li gorî min ev tiştekî pirr muhîm e. Yanî di vê serdema dawî de li bajarên wek Batman, Wan û gelek deverên din şanogerên Kurd destevala nesekinîn, her tim hilberandin. Xebata şanogerên kKurd me bextewar dike. Em pê kêfxweş in. Bi israr, têkoşiyan û li ber xwe dan, û peyva Kurdî li ser dikan temsîl dikin.”
Bi qedrê Şanoya Kurdî zanibin
Temo destnîşan kir ku di 25 salên dawî de şanoya modern a Kurdî gelek xebatên hêja kirine û ba bi pêş ketiye anî û wiha dewam kir: “Lîstikên şanoyê yên Kurdî gelek serketî ne. Lîstikên ku ji berhemên biyanî tên wergerandin û bi Kurdî li ser dikê bi gewde dibin jî gelekî serketî ne. Mirov dikare behsa gelek mînakên van lîstikan bike. Li gel ew qas kêmderfetiyan û zextan jî divê ev xebat binirx bê dîtin. Lazim e piştevaniya van saziyên hunerî bê kirin ku di hedefa zordestan de ne.”
Bi hemû zaravayan
Temo diyar kir ku berhemên klasîkên cihanê ku tên wergerandin û li şanoya Kurdî tên anîn, şanoya Kurdî bi xwe re gerdûnî dikin û nivîskarên Kurd divê ji bo şanoya Kurdî nivîsan binivîsînin. Temo got, “Wergerandina ji klasîkên gerdûnî rê li ber lîstikên te yên xwemalî ango Kurdî jî vedike. Li gorî min şanoya Kurdî derdixe asteke bilindtir. Li gorî min, mirov di qada huner de çiqasî gerdûnî tevbigere, dê ewqasî bipêşketin çêbe. Lê çi dibe bila bibe, divê bi hemû zaravayên Kurdî lîstikên xwemalî jî bên çêkirin. Lîstikên telîf hindik be jî, kêm dibînin. Lê xwezî hemû nivîskarên Kurd, çi ên ku helbestvan û çi romannûs ferq nake, ji metnên lîstikên şanoyê yên tên nivîsandin, agahdar bin. Heke hinek berê xwe bidin vê qadê, wê gelek baş be. Li gorî vê yekê dibe ku hin lîstikên baştir jî derkevin holê.”