
ROJDA AYDIN / JINNEWS / AMED
Jina şanoger a Îtalî Annet Henneman ji bo dersên li ser şanoyê bide, çû Amedê û ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê re li ser teknîka “şanoya porotaj” ders dan. Teknîka “şanoya roportaj” ev e ku kesên cuda cuda tîne cem hev û çîrokên wan radigîne. Henneman di heman demê de dîrektora koma “Şanoya Veşartî” ye.
Lîstikên teknîka “şanoya roportaj” ku 10 rojan dewam kirin, mijara wê çîrok û jiyana kesên li Rojhilata Navîn ên li herêmên şer in. Annet got, ev 20 sal in ew şanogeriyê dike û ji ber ku wan di lîstika xwe de mijarên wekî rojnamegerî, antropolojî û şanoyê bi hev re danîne ber xwe, navê teknîka wan a rast ‘şanoya roportaj’ e.
Çîrokên cûr bi cûr
Annet ev 10 sal in ku koma we bi beşdariya kesên ji Bexda, Basra, Misrê û çar parçeyên Kurdistanê berfireh û mezin bûye û wiha peyivî: “Me li gelek cihan lîstikên xwe yên ji çîrokên kesan, dan nîşandan. Her wiha lîstikên ku em amade dikin, em li kolanan jî carinan didin nîşandan. Ev hevalên ku min behsa wan kir, em bi wan re salê carekê tên gel hev û koma xwe ava dikin. Mînak, ez ê vê mehê biçim Bexda, Basra û Mûsilê. Ez ê li wir jî meh û nîvekê bi hevalên wê derê re bixebitim. Ez niha jî li Amedê me. Ez bi pêşniyaza hevalekî hatim Amedê.”
Yekem lîstika roportaj a bi navê ‘Ji Kurdistanê dûr’
Annet got, cara yekem sala 1998’an çûye Amedê û yekem lîstika wan a roportajê ya bi navê ‘Ji Kurdistanê dûr’ amade kiriye û wiha pê de çû: “Min wê demê dîtibû ku gelê vê derê çawa dibin zextan de ye. Ji ber vê jî ez ne bi tenê lîstikvaniyê dikim, armanca min jê wêde çêkirina şanoyê ye. Her wiha ji aliyekî ve jî dixwazim bê edaletiyê jî ji holê rakim.”
‘Em ê pirtûka ‘Lîstika Roportaj’ derxin’
Annet got, ji bo salvegera wan a 20’an, ew dixwazin civînekê organize bikin û kesên ku bi wan re xebitîn hemûyan vexwînin vê cîvînê û ev tişt gotin, “Her wiha li Zanîngeha Londonê hevalekî me bi pirtûka ‘Şanoya Roportaj’ re mijûl dibe û em ê pirtûkekê derxin. Aliyê herî girîng jî şano û çîrokên ku me çêkirine dixwazin wan vebêjin. Mesela li Parlamentoya Ewrûpayê, em dixwazin van bikin. Kesên ku şer bihîstine, lê belê ew jiyan hîs nekirine, statîstîk dibînin. Lê belê em ê yekser tiştên ku me hîs kirine bi rêbaza şanoya xwe bi wan jî bidin hîskirin. Carinan, parlamenter jî dibin parçeyekî şanoya me. Mînak Parlamentera Ewrûpayê ya berê Feleknas Uca dema ku li wir bû, tevlî lîstikeke me bû. 14 parlamenter jî tevlî bûn û rola penaberan kirin. Feleknas Uca jî bi rola jina Kurd radibû. Di wir de çîroka penaberan vegotin. Beriya bi 8 salan, rewşa Kurdistanê gelekî baş bû. Wê demê li Stenbolê gelê Kurd stranên Kurdî dikaribûn bigotina û rojname bi zimanekî azad dihatin nivîsandin. Niha ji 98’an jî xirabtir e.”