“Der Löwe von Kurdistan” (Şêrê Kurdistanê) şanoyek e û bi zimanê Elmanî hatiye nivîsin. Ew şanoya hanê cara yekem 17’ê Îlona 1826’an li Karlsruhe hatiye lîstin. Paşê jî sala 1827´an jî li bajarê Elmanya Wuerzburgê wekî pirtûk çap bûye. Li ser berga pirtûkê ji bo cureya şanoyê “Romantisches Schauspiel (Şanoya Romantîk) hatiye nivîsîn û ew pênc perde ye. Nivîskarê wê komponîstê Awûstiryayî Josef Strauß e. Dîsa li ser berga pirtûkê dema û cihê mijara şanoyê wiha dinivîse „1192 û Filîstin e” Jixwe ji wir mirov fêhm dike ku şano behsa şerê Sefera Xaçperestan dike. Her wiha di şanoyê de melîkê Îngiltere Richardê Yekemîn ango bi navê xwe yê din Richardê Dilşêr jî heye. Di şanoyê de diyalogên Selahadînê Kurdî û Richard jî hene. Ew şanoya hanê bi salan li gelek bajaran bi heman navî hatiye lîstin. Di wêneyê de hûn berga pirtûkê dibînin.

 

FRANKFURT