Li paytexta Portekîzê, Lîzbonê îsal 16´emîna Festîvala Filman a Navneteweyî bi navê DocLisboa bi rê ve diçe. Lê îsal bûyereke ecêb jî qewimî: Sefareta Tirk a li Lîzbonê hewl da kataloga festîvalê ji ber peyvên Kurdistan û qirrkirinê sansur bike.Rêvebera festîvalê, Cintia Gil da zanîn ku sefareta Tirk zext li wan kiriye ji bo ku peyvên “tinekirina Kurdan” û “Kurdistanê” ji katalogê bên derxistin.

Ev peyv ji bo danasîna filma Yol ku Yilmaz Guney û Şerîf Goren derhêneriya wî kiriye, hatine bikaranîn û her weha di danasîna beşa bi navê Sailing the Euphrates (Rêwîtiya -bi keştiya babirk- li Firatê) de jî cihê xwe digirin ku filma Yol jî tê de tê nîşandan.Li gorî agahiyên rojnameya Cumhuriyetê, Gil wekî din gotiye, sefaretê ji bo rakirina peyvên “Qirrkirina Ermeniyan” jî zext li wan kiriye.

Sansura li Portekîzê jî ji Tirkyeyê ye

Rêvebera festîvalê Cintia Gil li ber van zextên sefaretê serê xwe ne tewand û got, “DocLisboa festîvaleke bêalî nîne. Helwêsteke me ya siyasî heye û em destwerdanê qebûl nakin. Bi qasî ku dizanim di dîroka festîvalê de ev cara yekem e ku em b tiştekî wisa re rûbirû dimînin. Ev ne rast e ku tiştekî wisa bê asayîkirin. Bila ev sefaret tevlî minaqeşeyan bibin, bila fikrên xwe li ser mijarê binivîsin. Lê vê bila li raya giştî vekirî bikin.”

 

LÎZBON