Yewnanistan û Bûlgaristan bi biryar in ku penaberên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînor hatine komkirin qebûl nekin. Yekîtiya Ewrûpa hewl dide çareseriyê ji lîstika koçberan a Erdogan re bibîne.
Erdogan bi salan e penaberan li dijî Yekîtiya Ewrûpayê weke gef û şantajê bi kar tîne, ku van rojên dawî careke din dest bikaranîna wan kir. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê di nava hefteyê de bi dehan leşkerên xwe kuştî da, ji roja Pêncşemê û pê ve berê penaberan da ser sînor. Dewleta Tirk ku mîna sala 2015’an bi rengekî eşkere dest bi bazirganiya mirovan kir, bi hezaran penaber gihand ser sînorê Ewrûpayê.
Lê belê Bûlgaristan û Yewnanistan ku penaber li ser sînorê wan kom bûne, bi biryar in ku penaberekî bi tenê jî qebûl nekin. Polîsên Yewnan ji bo pêşî li derbasbûna penaberan bigirin bombeyên gazê bi kar û sîlehan bi kar tînin. Doh penaberek di encama gulleyên polîsên Yewnan de hat kuştin.
Balkêş e ku dewleta Tirk hejmara penaberên li ser sînor dinepixîne û bi vî rengî dest bi propaganda qirêj dike. Serekçete Erdogan di axaftina xwe ya doh de li xwe mikur hat çawa penaber ajotine ser sînor û welatên Yekîtiya Ewrûpayê ji tirsa ricifîne. Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû pêr îddîa kiribû ku 76.358 penaber li ber deriyên sînor ên Edîrneyê ne.
Di vê navberê de neteweperestên tund ên li girava Lesbosê piştî ku pêşiya navenda koçberan a li nêzî plaja Skala Sykamîneas girtin, herêm şewitandin. Ev navend beriya niha ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve dihate birêvebirin. Di dawiya meha Çileyê de hatibû girtin. Koçberên li vê derê li navendeke din a koçberan a li giravê hatibûn bicihkirin.
ANF/ATÎNA