Santao-II ku yek ji fîlên dawî yê mermûl (Duran) dirêj bû li Parka Netewî ya Parastinê a Kenyayê tevî di bin parastinê de bû jî ji aliyê nêçîrvanan ve hate kuştin. Ev cûreyê fîlan bi mermûlên xwe yên gelekî dirêj dibûn navdar bûn. Li ser navê rayedarên parka parastina fîlan daxuyaniyek hate dayin ku li nêzî sînorê Parka Netewî ya Tsavo fîla mijara gotinê ya 50 salî bi tîreke jehrî hatitiye kuştin. Hejmara vî nifşê fîlan li ber tinebûnê ye. Tê gotin ku herî zêre 30  fîl mane.

Rayedaran ragihand ku berî mermûlê wê werin jêkirin û dizîn ew gihiştinê. Hat hînbûn ku mermûlê wê yek jê 51,5, yê din 50.5 kilo bû. Tevî ku fîla bi navê Santao di miha çile de hate kuştin jî nû ji raya giştî re hate aşkere kirin. Her wiha hate ragihandin ku kesên endamê çeteya ku fîl qetil kirine di encama operasyoneke demdirêj de hatine girtin. 


 NAÎROBÎ