Zirarê li încî kefalî jî dike
Ji gundê Sari Memetê Kemal Karagulle diyar kir ku Bendava Sari Memetê ji bo pêdiviyên wan ê avdanê hate çêkirin, ewil axa wan hate dagirkirin, piştre jî axa wan di bin avê de maye. Karagulle got: "dema ku bendav hate çêkirin gelek zirar li me kir. Piştre me li ser çem sewalkarî û çandinî dikir, gundiyan pêdiviyên xwe bi cih dianîn. Lê piştî ku HES hate çêkirin çem wêran bû. Hemû mînarelên wir tune bûn, ava ku jiyanê zindî dike ket rewşekê ku zirarê li jiyanê bike." Karagulle got, ava bendavê zirarê li wan dike û wiha axaftina dewam kir: "bi tenê zirarê nade me. Berê masiyên încî kefalî ku ji gola Wanê dihatin vê derê jî niha nayên. Ji ber ava bendavê gelek masî telef bûn û êdî qet nayên vir."
'Ji ber HES'ê her der zuwa bû'
Karagulle da zanîn ku piştî bendavê gelek kes koçber bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku bendav hate çêkirin ango di 1991'ê de dewletê soz da ku gund bibe devereke din û zirara li me bûyê tezmîn bike. Ji ber mexdûrbûnê nivê gund koçber bû, bar kir û çû deverên din. Rayedar ji bo ku pereyan qezenc bikin zirarê li me dikin, karsaz, dewlet ji bo pereyan qezenc bikin can, mal û sewalên me dixin tehlûkeyê, wan dikujin. Ji bo berjewandiyên xwe yên şexsî her tiştî tune dihesibînin. Heta payîzê giyayê li dora gund carê nediqediya lê niha ji ber Santrala Hîdroelektrîkê (HES) her der zuwa bû. Ya em dixwazin ew e ku di demeke kin de HES bê sekinandin."
Ne îmar ne jî rapor heye
Di biwara mijarê de ji Şaredariya Bêgiriyê Endezyarê Nexşeyê Riza Tan da zanîn ku HES a ku li taxa Sari Memetê ev 3 sal in dixebite, plana wê ya îmarê nîn e, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve nehatiye erêkirin û ji ber vê yekê jî dikeve kategoriya avahiyên qaçax. Tan got, ji bilî gelek şaşîtiyên projeyê, rapora wê ya nirxanidina bandora li hawîrdorê ango ÇED jî nîn e. Tan di biwara mijarê de wiha peyivî: "devera ku HES lê hatiye çêkirin ji ber ku zozan û mêrg in, welatiyên bi sewalkariyê debara xwe dikin mexdûr bûn, mecbûr man koç bikin. Wekî din ev santral ahenga ekolojiyê xira dike û cureyên masiyên çêm jî tune kirine."
HULYA EMEÇ/DIHA/WAN