Gelek walatiyên bajaroka Ertûşê koçber bûn û hatin li Bajaroka Sixkê ya Wanê bi cih û war bûn. Welatiyên ku li konutên prafabrîk hatin bicihkirin bi salan in bê rûhsat di van konûtan de dijîn. Welatiyên ku ji hemû xizmetên tenduristî, perwerdehî û civakî dûr dijîn. Welatiyên ku terkî qedera xwe hatine kirin, li gel hemû serlêdanan daxwazên wan ên rê, av, qanal û binasaziyê bê bersîv dimîne. Ji ber ku welatiyan gelek caran serîlêdana alîkariya binesaziyê ji Walîtiya Wanê xwesd û walîtiyê alîkarî neda, Şaredariya Sixkê destê alîkariyê dirêjî wan kir. Welatiyên ku di avahiyên TOKÎ'yê yên taxa Yalim Erezê bicihkirin, şaredarî li wan xwedî derket. 

WAN