Turnuva nêzî meheke berdewam kir û 14 tîm di beşên ciwan, biçûk û stêrkan de beşdarî turnuvayê bûn. Di turnuvayê de Nergîz Spor bû yekemîn, Şînê Spor bû duyemîn û Depîn Spor jî bû sêyemîn. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Cîgirê Şaredar Cemîl Karanfîl, endamên meclîsa şaredariyê û Midûrê Sporê yê Bajar Sadî Akdag jî musabaqaya dawî temaşe kirin. Piştî musabaqayê xelata Nergîz Sporê ku bû yekemîn ji aliyê Şadera Bedîrhanogul ve hate dayîn. Werzîşkarên Şînê Sporê Rezak Karabey jî di turnuvayê de bi 31 golan bû qralê golan. Xelata Karabey jî ji aliyê Sadî Akdag ve hate dayîn.  Bedirhanoglu piştî merasîma xelatan axivî û got ku di encama trunuvayê de ciwanên Colemêrgê bi ser ketine. Piştî axaftinan Şaredariyê ji bo werzîşkarên 14 tîman forma û pêlavê futbolê hatin dayîn.

DÎHA/COLEMÊRG