Hin hackeran ku navê “AriHackTeam Kurdish Hackers” li xwe kirine, salvegera 15’ê Tebaxê suprîzek ji şaredariya Mersînê re çêkir. Hackeran sîstema SMS a Şaredariya Bajarê Mezin hack kir û li ser navê wê 15´ê Tebaxa milyonan pîroz kir. Piştî ku şarederî pê hesiya sîstema wê ya SMS´ê hatiye hackkirin, daxuyaniyek da û got eleqeya wan bi peyamên hatine şandir re nîne.
Peyama ku niştecihên Mersînê xwend wiha bû:”Cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê ku bi fermandar Egît destpê kir, dê veguhere cejna serkeftin û rizgariyê. Îro bi milyonan kesên li Kurdistanê bûne Egît dê bibe xwediyê tolhildana herî mezin. Bimre faşîzm, Bijî ruhê 15’ê Tebaxê, Bijî Rêber Apo, Bijî PKK.. AriHack Team Kurdish Hackers.”
MERSÎN