Şaredariya bajarê Elmanyayê Stuttgartê, di çarçoveya tevdîrên li dijî pandemiya şewba koronayê, ji welatiyên xwe xwest ku li parkan û deverên li xelkê bajêr vekirî, zêde kom nebin. Lê ji ber ku parka sereke ya bajêr Schlosspark timî mişt bû ji xelkê, şaredariyê biryar da hem vê parkê û hem jî Palmengarten a li bajêrê bigire.
Şaredariyê got, ji ber ku xelk li şûna xwe ji deverên komî lê be dûr bigire, me dît ku tên xwe didin ber tavê, dilîzin, ji ber wê wan ev tevdîra girtina deriyê parkan girtiye. Park wê heta herî kêm 19´ê Nîsanê girtî bimînin û dibe ku ev mohlet bê dirêjkirin jî.
STUTTGART