Bi riya van sarincan, di germa havînê de ava welatiyan sar dimîne. Di her maleke navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê de bîreke biçûk heye, ew jî depoyekî avê ku di zinarekî de hatiye kolandin e. Welatî van bîran, ji bo komkirina ava vexwarinê û parastina pileya sarbûna wê bikar tînin.
Weltiyên navçeyê di vê dema ku herêm û Kanton di rewşeke zehmet re derbas dibe û di demeke ku pileya germahiyê ya hewayê zêde bûye ku di sala 2015’an de gihîştiye astekî bilin, di demsala havînê de welatiyan ji van bîran sûda peydakirina ava sar werdigirtin.
'Gemara di nava avê de dikişîne’
Di kêm malên navçeyê de ev cureya bîrê nayê dîtin. Dema ku mirov serdana her malekê dike, di wê malê de bîra ava tê dîtin. Kûrahiya van bîran ji 5 heta 10 metran in. Çêkirina van bîran di demsala havînê de asta germahiya avê sar dibarêze û di zivistanê de jî normal dihêle. Binê van bîran firek, devê wan jî teng e. Ev sarinc di her kevirekî de nayên çêkirin. Kevirê ku ev bîr tê de hatine kolandin, bi navê “Kirêj” tê zanîn û gemara di nava avê de dikişîne.
Avê her dem sar dihele
Hisên Elî yê ji navçeya Mabeta diyar kir ku pêşiyên wan ev depoyên avê kolane û got ku derbarê dîroka kolandina wan de tu agahî di destê wî de tune ne.
Elî destnîşan kir ku ev depo sûda sarkirina avê didin welatiyan û wiha got: “ Di van rewşên zemet ku li herêmê tê jiyan kirin û tunebûna ceyranî ku mirov nikare herdem sarincan vêxe. Ev depo di demsalên havîn, bihar û payîzê de sûda ava sar didin welatiyan.”
Elî dazanîn ku di demsala zivistanê de wan bîrên xwe ji ava baranê ku li ser baniyên xaniyan kom dibû, dadigirtin û niha jî bi riya tankêran dadigrin. Her wiha Elî diyar kir ku ev bîr astengiya wan gelekî kêm dike û got ku ew yek ji tiştên bingehîn di avakirina malên navçeyê de ye.
NURHAN HESEN/ANHA/EFRÎN