Li Florîdaya roja me ya îro di sedsala 14’an de şaristaniyekê karî bêyî ku çandiniyê bike, sîstemeke tevlîhev a siyasî bi pêş bixe. Wan ji bo xwe giravek li ser qaqilkên heywanên deryayê ava kir û sîstemeke masîgiriyê ya bipêşketî jî şaristaniya wan misoger kir.
REWŞAN DENÎZGelo şaristanî mecbûr e ku li ser çandiniyê ava bibe? Hin mînakên di dîrokê de nîşan didin ku ev ne şertekî bivênevê ye. Em li Girê Miradan ê li Xirabreşkê jî vê dibînin ku nêçîrvaniyeke têrker jî dikare bibe destpêka şaristaniyeke di gelek waran de dewlemend. Mînakeke din heye ku li Emerîkayê, li Florîdaya îro beriya bi hezar û pêncsed salî rê li ber peydabûna Meliktiya Kalûza vekir.
Pirsa çawa bêyî çandiniyê miletê kalûza dikarî bi pêş keve û şaristaniyekê ava bike, ev demeke dirêj sirrek bû ji bo dîrokzan û arkeologan. Niha komek pisporên meseleyê bawer dike ku êdî bi ser ve bûne ka çawa vî miletî şaristaniyeke wisa ava kiriye. Li gorî wan miletê Kalûza meydanên mezin ên avê çêkirine û li van holên avê wan bi girseyî masî girtine. Ewqas masî girtine ku di warê xwarinê de maye ya xwe kirine sermaye.
Miletê Kalûza heta sedsala 16’an gava ku Spaniyan welatê wan dagir kir, bazirganî dikir, mîmariyeke xurt bi pêş xistibû û komên din jî ji xwe re kiribûn eşîrên bindest. Tevî ku ew împeretoriyek jî bûn, ti delîl nîşan nadin ku wan çandinî kiribe. Lê belê ji wan hatibû ku zêdeyî ji wan re lazim xwarinê hilberînin û bi vê jî sîstema tevlîhev a împeretoriyê bi pêş bixin.

Holên avê yên antîk
Lêkolîneke li cihekî kolana arkeolojîk nîşan dide ku gelek avahiyên ku weke “holên avê” tên binavkirin, bên dîtin. Prof. Victor Thompson û hevpîşeyên wî ji gelek zanîngehên Emerîkî, li van avahiyên li girava sûnî Mound Key kolane. Ev girav li Kendavka Estero ye li nêzî pereva başûr a Florîdayê. Girav li ser qaqilkên heywanên deryayê hatiye avakirin û qederê 500 salan paytexta Împeretoriya Kalûza bûye. Li vê girava qederê 1500 salî kevin, paşê di sedsala 14an de ev holên avê hatine çêkirin, piştre jî kanalek hatiye çêkirin ku giravê dike du beş. Avakirina giravê ferz dike ku ev millet ji muhendîsiya pêşketî zanibe, ji hîdrolojiyê û biyolojiya cureyan fêm bike.
Axir vî miletî masî li deryayê girtine, anîne van holên avê yên girtî. Ev masî di van holan de dihatin girtin, heta ku pêdiviya xelkê bi wan çêdibû. Dora van holikan carinan bi torên mezin carinan jî bi dergehên avê dihat girtin. Ji bo vê jî karîn û şiyaneke mezin a muhendîsiyê lazim e. Li gorî texmînan qederê 2 hezar kesî li giravê mane.