
Komeleya ku bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Baroya Amedê, ÎHD, Odeya Bazirganî û Pîşesaziye ya Amedê, Komeleya Pîşesaz û Karsazên Guneydogu û Odeya Tabiban û 46 saziyên sivîl ve hate avakirin sal 12 meh xizmetê dide welatiyên xizan. Komeleya ku li Amedê ji bo piştgiriyê bide malbatên xizan xebata alîkariya zexîre dide, di meha Remezanê û sal 12 mehan bê navber alîkariya xwe berdewam dike. Komeleya Sarmaşik ku rêveberên wê ji şaredar, doktor, karsaz, parazvanên mafên mirovan, endezyaran pêk tê, 6 salin ji bo xizmeta xizanan bike bê navber xebatê dimeşîne. Komele, xizmeta zexîre dide 3500 malbatên ku nifûsa wan ji 20 hezar kesan pêk tê. Komele, li gel xizmeta zexire, alîkariya tenduristî û perwerdehiyê jî dide. Komeleya ku tenê xizmetê dide welatiyên xizan, heta niha di bin navê "KCK"ê de gelek caran lêpirsîn û doz der barê wê de hate vekirin. Alîkariya ji bo welatiyên Wanê ên di erdhejê de mexdûr bûn şand de jî doz hate vekirin. Waliyê Amedê ji bo alîkariya ji Wanê re hate şandin 862 TL cezayê îdarî li komeleyê birîbû.
Tevahiya salê alîkarî
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2008-2009'an de 900 hezar TL alîkarî da Sarmaşikê, lê walîtiyê doz li şaredariyê vekir.
Li gel hemû zext û zordariyan komeleya Sarmaşikê xizmeta civakî û aborî ya ji bo welatiyên xizan berdewam kir. Sekreterê Sarmaşikê Şerif Camci, diyar kir ku ji roja komele hatiye darizandin heta niha zextên li ser wan kêm nebûne û wiha got: "Heta niha diştê ku saziyên fermî ji bo civakê nekirine me kir. Saziyên dewletê ne alîkarî dikin û ne destûr didin ku em alîkariyê bidin civakê. Dema ku em alîkariyê didin ji em rasti astengiyan tên. Ceza li me birîn û li gel derfetên me yên ku em vî cezayê pereyan bidin tuneye jî me dîsa protokol îmez kir. Em dê vê dozê heta DMME'ê bibin. Dixwazin welatiyên xizan cara duyemîn mexdur bikin. Tu mafê kesî tune 2 caran civakê mexdûr bike."
'Dewlet peyvira xwe bi cih nayine'
Camci, da zanîn ku ji xeynî malbatên ku ew alîkariyê dide wan nêzî 700 malbaten din di sînorê xizaniye de dijîn û wiha got: "Divê bi lezgîn ji van malên xizan en di sînorê birçîbûnê de alîkarî ji wan re bê kirin."
Camci, destnîşan kir ku li gel hemû astengî û zexten li peş wan dê bi hêza xwe ya cewherî xizmeta xwe berdewam bikin û alikariya xwe ya welatiyên xizan bimeşînin. Camci, da zanîn ku ew dê malbatmên xwe yên xizan mohtacî destên din nekin û xwest hemû kesên xwedî wijdan dest bidin dest hev û bi hevre alîkariyê bidin welatiyên xwe yên xizan. Camci, da sanin ku tenê li Amedê her me 8 hezar welatî alîkariyê didin komeleyê û xwest ev hêjmar hêj zêdetir bibe.
AMED