Rojnameya Îtalî Il Figlio dibêje, Hikûmeta Çeteyên Birayên Misilman operasyona kontrolkirina Deryaspî ji bo birina serî ya ambargoya sîlehan a Neteweyên Yekbûyî red dike, ji ber ku ew naxwaze ku sîlehên Tirkiye ji wê re dishîne, hew bên. Li aliyê din LNA îdia dike ku Salah Badi yê ku Konseya Ewlekariyê yê Neteweyên Yekbûyî ji ber sûcên xirakirina îstîqrara Lîbyayê lê digere, di nav hikûmeta Trablûsê de şer dike. Li aliyê din berdevkekî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê da zanîn ku wan 5 balefirên bê mirov ên dewleta Tirk doh û îro xistine xwarê.

Ji doh ve li Trablûsê di nava komên cihê yên çete yên li Trablusê de şer heye û ev kom ser bi hikûmeta Birayên Misilman ve ne. Lê em ê bi vê meseleyê danekevin; rojnameya Îtalî Il Foglio nûçeyeke berfireh li ser mîsyona IRINI weşand. Bi IRINI diviyabû hêzên Ewrûpî yên deryayî ambargoya Neteweyên Yekbûyî li ser Lîbyayê ferz bikin. Rojname dibêje, hikûmeta Trablûsê ya Birayên Misilman vê red dike ji bo ku sîlehên ji tirkiyeyê diçin Lîbyayê qut nebin. Ha ev sîleh neqanûnî diçin, yanî dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û sîlehan ji aliyekî şerê navxweyî re dişîne. Serokê vê hikûmeta hanê Fayez al-Sarraj ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsîbû û gotibû ew operasyona Ewrûpî ya bi navê IRINI red dike, ji ber ku ev sînorên di wan re sîleh ji rojhilatê Lîbyayê re diçin û meydana hewayî kontrol nake. Rojname dibêje sedema sereke ya reda Srraja ne ev e, lê sedem ew e ku wê dewleta Tirk bê astengkirin ku sîlehan bigihîne hêzên wî bixwe.
Rojname xwe disipêre rayedarekî payebilind ê Ewrûpî, û dibêje, Sarraj ji Yekîtiya Ewrûpa xwestiye ku garantiyên li xêra wî ne bidinê. Yanî dewleta Tirk hevkarên xwe jî hînî hîle, dek û dolaban dike.
Tacirê bêîstîqrariyê anî nav xwe
Salah Badi yek ji wan kesan e ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber ku îstîqrarê li Lîbyayê xira dike, weke sûcdar lê digere. Belkî mirov bawer neke, sedema vê jî ew e ku li dijî hikûmeta Birayên Misilman a Sarraj, ev karên hanê kiribin. Lê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê wêneyên vî kêsî nîşan dan ku li Abu Griyanê tevî çeteyên vê hikûmetê şerê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê dike.
Bû qebristana dronên dewleta Tirk
Gerînendeyê Rêveberiya Manewî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Xalid El-Mehcûb jî ji ANHA’yê re peyivî û got, wan doh 5 firokeyên bêpîlot ên dewleta Tirk li eniyên şerî yên li Lîbyayê xistine xwarê. Çavdêrên eskerî yên li Lîbyayê dan zanîn ku wan îro jî balefireke bê mirov a eskerî ya Tirk xistiye xwarê.
TRABLUS