Satelîta Stêrk TV diguhere
Di vê serdema teknîk û teknolojiyê de her roj guhertinên ber bi pêşketinê ve çêdibin. Di warê deng û dîmen de qalîte bi van pêşketinan re zêde dibe. Ji bo weşaneke deng û dîmenên wê baştir, Stêrk TV jî satalayta xwe diguherîne.
Ji bo kalîteya deng û dîmenên Stêrk TV’ye baştir bibe, ji 1'ê Gulanê û şûnde wê di weşana peykê ya Stêrkê de guhertinek çêbe. Stêrk TV heta niha li ser DVB-S bû wê ji roja 1'ê Gulanê û pê ve li ser DVB-S2 weşanê bike.
Ji bo vê guhertinê hûn jî bikaribin bi hêsanî bikin lazim e hûn di kumandaya televîzyona xwe de di menûya satalayta xwe de hindek guhertinan bikin. Destpêkê bi kumandayê bikevin; menuya televîzyona xwe û bikevin beşa satalaytê. Bi awayekî manuel bên ser eyarên Stêrk TV’ê. Piştre di heman rûpelê de bêyî ku hûn bi agahiyên wê bilîzin, bi tenê eyara DVB-S biguherînin û bikin DVB-S2. Piştî ku we ev yek kir eyarê qeyd bikin. Piştî ku we ev gav hemû bi cih anîn hûnê bikaribin televîzyona xwe ango Stêrkê bi deng û dîmenên baştir temaşe bikin. NAVENDA NÛÇEYAN
[video width="1920" height="1080" mp4="https://ozgurpolitika.com/wp-content/uploads/2020/04/VID-20200427-WA0001.mp4"][/video]