Konferansa ku bi durişmeya "Li ser rê§ya Gurbettelî Ersoz"  li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê bi beşdarbûna 80 rojnemevanên jin pêk hat, bi dawî bû. Piştrî xendina raporan, nirxandin û nîqaşan, Rêxistina RAJIN a Rojava hate avakirin û rêveberiya wê hate hilbijartin. Rêveberî ji 9 kesên ku temsîla kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê dikin pêk tê. Piştî hilbijartina rêveberiyê jî rêzikname hate xwendin û nirxandin li ser hatin. Di encama nirxandinan de rêziknameya ku ji 35 xalan pêk tê hate qebûlkirin.

Her wiha di encama nirxandin û nîqaşan de di warê rêxistinî û meslekî de jî gelek biryar hatin girtin. Çend biryarên hatine girtin wihane:
- Hemû endamên RAJIN û saziyên wê, dê paradigma û perspektîfên Rêbertiyê esas bigirin. Her wiha pêşengiya wê bikin.
- Di kesayeta rêheval Gurbetelli Ersoz de, hemû endamên RAJIN’ê, rêhevala Gurbetelli di têkoşîn û xebata xwe de esas digirin. Her wiha roja şehadeta Gurbetelli Ersoz yanî 7’ê Cotmehê ku di konferansa damezirîner a DAJIN’ê de wekî “Roja Rojnamevaniya Jinên Azad ên Kurdistanê” hatibû qebûlkirin, hate pejirandin.
- Şehîd Cesur li hemberî nirxên şoreşê wekî sembola rojnamevanên fedekar û berpirsyar hate qebûlkirin.
- Xebatkarên çapemeniyê yên xort wê di warê zihniyet û zimanê zayendîtiyê de bêne perwerdekirin.
Piştre ji bo rêveberiyê hilbijartin hate pêkanîn. Di encama hilbijartinê de 9 kes ji bo rêveberiya RAJIN a Rojava hatin hilbijartintin. Ji rêveberan 5 kesan li ser navê Kantona Cizîrê, 2 kes li ser navê Kantona Kobanê û 2 kes jî li ser navê Kantona Efrînê di rêveberiyê de cîh girtin.
- Wê Akademiya Jinê ya Ragihandinê bê vekirin.
- Wê li Rojava radyoyek jinê bê vekirin.

 QAMIŞLO