Bûyereke wekî bûyera Erdal Eren ê ku hêj 17 salî temenê wî hate mezinkirin û di 13'yê kanuna 1980'an de hate dervekirin, di serdema Serokwezîr Tayyîp Erdogan ê ku her tim behsa Eren dike, pêk hat. Zarokê bi navê S.B. ê ku di 15'ê tebaxa 2009'an de li taxa Daglioglu ya Edeneyê di çalakiyê de polîsek bi kêr hate birîndar bû û jiyana xwe ji dest da, di 16'ê tebaxê de li pastexaneya lê dixebitî hate binçavkirin û hate girtin, ji bo tesbîta temen ji aliyê Saziya Tipê ve 3 raporên cuda û 3 biryarên cuda hatin dayîn. Dema S.B. hate binçavkirin hêj 15 salîbû û yekmîn car hêj di binçavan de ji bo tesbîta teman birin Saziya Tipê ya Edlî ya Zanîngeha Çukurovayê. Di testê de temenê S.B. 16 salî derket û di 18'ê tebaxa 2009'an de cara duyemîn disa birin heman zanîngehê. Heman saziya tipa edlî vê carê biryara "Di encama muayene û lêkolîna grafîyên hestiyan, temenê wî 19 saliyê derbas bû û zilmakî hêj 21 saliyê derbasnebûyî ye" da. Skandal bi vê yekê re sînor nema. Piştî îtîrazê di sala 2011'an de S.B. şandin Saziya Tipê ya Edlî ya Stenbolê û li vir jî rapora "20 saliyê derbas bû û hêj 22 saliyê derbasnebûye" hate dayîn. Bi vê yekê saziya tipa edlî îmza avêtin bin skandalekê.
Temenê wî anîn ber ceza dayînê!
Piştî raporên skandal temenê S.B. di dema bûyerê de ji 18 saliyê derbas bû nîşan dan û 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê jî bi îdiyên "Yekîtiya dewletê û ewlehiya welat xera kir" û "Bi zanebûn rayedarê dewletê Ferdî Ozkan kuşt" 2 caran cezayê muebetê yê giran dayê û bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" salek cezayê girtîgehê dayê. Ji S.B. re di Zagona Ceza ya Tirk de cezayê herî li jor hate dayîn û heke li Tirkiyeyê cezayê dervekirinê pêk hatiba dê S.B. hatiba darvekirin. Bavê S.B. Fahîr Bahadir û parêzerê wî Tugay Bek, bertek nîşanî ceza dan.
Îfadeya di bin zextê de
Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku bûyer weke bûyera Erdal Eren ê ku di derbeya 12'yê Îlonê de hate darvekirin e. Bek, anî ziman ku temenê muwekîlê wî mezin kirin û cezayê herî zêde yanî 2 caran cezayê muebetê yê giran lê hate birîn. Bek, da zanîn ku piştî mirina polîs li ser zarokan zext hatin pêkanîn û da ji li ser S.B. îfadeyan bidin. Bek, bilêv kir ku îfadeyên zarokan di bin zext û zordariyeke gelek mezin da hatin girtin û li gorî îfadeyên ewil ceza dan.
Delil tine hesibandin
Bek, destnîşan kir ku delîlê dozê tenê dîmenên qemeraya ewlehiyê ya marketekê ne û wan daxwaza dîmenan kir lê dîmen di dosyayê de cih negirtin. Bek, anî ziman ku dadgeh bêyî dîmenan temaşe bike ceza da û wiha got: "Heke dîmen hatiban temaşekirin dê hatiba zanîn ku ew kes S.B. nîn e. Di bûyerê de polîsek mir û ji ber vê yekê ji bo cezayê herî zêde bidin S.B. hemû rêzgerên hiqûqê hatin binpêkirin û ceza hate dayîn."
Hewldan ji bo cezayê zêde
Bek, diyar kir ku di lêpirsînê de temenê S.B. ji 18 saliyê mezin nîşan dan. Bek, da zanîn ku tenê Saziya Tipê ya Edlî ya Stenbolê biryara temenê S.B. ji 18 saliyê mezin e nîşan da û ev yekê jî ji zanistiyê dûr e. Bek, bilêv kir ku 3 caran testa hestî hate kirin. Bek, da zanîn ku ew dê biryarê temyiz bikin û dê bibin DMME'yê.
'Di sala 1994'an hate dinê'
Bavê S.B. Fahrî Bahadir jî diyar kir ku zarokê wî di sala 1994'an de hate dinê û heta niha tu karên fermî de tu pirsgirêk nejîn. Bahadir, anî ziman ku tu eleqeya kurê wî bi bûyerê tuneye û pişt hate binçavkirin ji bo sûcdar bê dîtin temenê wî mezin kirin. Bahadir, da zanîn ku kurê wî di binçavan de û girtîgehê rastî îşkenceya polîs û gardiyanan hat. Bahadir, destnîşan kir ku kurê wî 3 salan li Girtîgeha Pozantiyê ma û pişt re jî birin Sîncanê. Bahadir, anî ziman ku di dema bûyerê de kurê wî 16 salî bû û niha 21 saliye û wiha got: "Ji bo polîsê mir kiryarekî digeriyan kurê min hate hilbijartin. Gelo çima wan dîmanan naderxin holê? Ez dê ji bo kurê xwe têkoşînê bidomînim. Ez dê serî li DMME'yê bidim."
HAMDULLAH KESEN / DÎHA/EDENE