Dadgeha Pêdeçûnê ya Îranê di çileya 2012 de, cezayê darvekirinê li siyasetmedarên Kurd Zanyar û Loqman Muradî ku kurapên hevin re birî. 2 sal berê jî ceza li Huseyîn Xizirî birîbûn. Ev nûçe ji aliyê ajansa nûçeyan a Mehrê ve hatibû piştrastkirin. Dozgerê rejîma Îranê yê Sineyê ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê yê girtiyên Kurd ên siyasî Loqman û Zanyar Mûradî ku kurapên hev in, çûye girtîgeha Gewher Detş a bajarê Kerecê. Tê îdîakirin ku dibe her du ciwan di nava çend rojan de bêne bidarvekirin. Dayika Zanyar û Loqman Muradî ev agahiya pêkanîna cezayê darvekirinê pişrast kir û li hemberî vê yekê banga bihîstyariyê li gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî kir. Zanyar û Loqman Muradî di 17’ê Cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22’ê mijdara 2010’ê bi îdîaya sûcê "Muharib" ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê Îdamê li wan hatibû birîn. Girtiyê Kurd Huseyin Xizrî jî di çileya 2011 de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû dardekirin. Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10'an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hat îdamkirin. Di sala 2012 ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 8 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin. Navên girtiyên Kurd ên siyasî yên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn wiha ne: Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa. Li gorî daneyên Rêxistina Efuyo Navneteweyi jî Rejîma Îranê di sala 2011'an de 360 welatî bi darvekirine.

KESK: Şerma sedsala 21'an e

Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Yusuf Karataş, anî ziman ku Kurd her tim bi cîran û gelên herêmê re dixwaze di nava aştiyê de bijî û wiha got: "Em li dijî darvekirinan bang li rayagiştî dikin û dixwazin bi hestyar tev bigerin. Dewleta Îrane wekî gelek welatên rojhilata navîn xwedî rêveberiyek dijdemokratîk û serdest e. Niha jî dixwazin kurapên hev Lokman û Zanyar Muradî darve bikin. Em li dijî vê yekê derdikevin û em Îranê hişyar dikin û dixwazin vê biryarê betal bike. Em wekî KCD'ê bêdeng namînin. Em bang li raya giştî jî dikin û dixwazin hestyar tev bigerin."

Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK'ê Sait Baran, jî li dijî darvekirinê bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku biryara darvekirina mirovan şerma sedsala 21'an e. Baran, da zanîn ku li her derê cîhanê biryara darvekirinê tê rakirin, lê Îran dîsa Kurdan darve dike û wiha got. "Berê jî Rejîma Îranê gelek siyasetmedarên Kurd darve kiribûn. Em weki saziyên sivîl ên civakî li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em bang li her kesi dikin ku dengê xwe bilind bikin."


ESP: Biryara îdamê balkêş e
Serokê Rêxistina ESP'ê a Amedê Ramazan Karakaya, anî ziman ku dem û cihê biryara darvekirinê pir balkêş e û wiha got: "Di vê dema ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin tê kirin biryara darvekirina ceza balkêş e. Gelo Îran ji vê pêvajoyê aciz e. Gelo aştiya Tirkiyeyê naxwaz e. Em biryara Îranê rexne dikin û dixwazin bi lezgîn vê biryare betal bikin."

DDKD: Li dijî Kurdan bikar tîne

Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier, jî ani ziman ku Rejîma Îranê bi taybetî cezayê darvekirinê li dijî Kurdan bikar tîne û wiha got: "Berê jî bê sedem û hincet mirov darvekirin. Darvekirina mirovan naye qebûlkirin. Niha bi taybetmî li dijî Kurdan cezayê darvekirinê bikar tînin. Di vê dema ku hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tê kirin bi zanebûn e. Em wekî DDKD'ê li dijî darvekirinê ne û em ji rayagiştî dixwazin ku bi hestyar tev bigerin.

Berdevkê HDK'ê yê Amedê Huseyin Bardakçi ji bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku rejîma Îranê li dijî Kurdan cezayê darvekirinê wekî gefan bikar tîne û xwest Îran vezayê darvekirinê betal bike.


ÎHD: Siyasetmedar û mamosteyên Kurd darve dike
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîci jî anî ziman ku rejîma Îranê li dijî siyasetmedar û mamosteyên Kurd cezayê darvekirinê bikar tîne û ev jî nayê qebûlkirin. Bîlîcî, anî ziman ku ew her tim vê mijarê dişopînin û bi saziyên navneteweyî re parve dikin. Bîlîcî, anî ziman ku cezayê darvekirinê li dijî mafên mirovan e û nayê qebûlkirin. Bîlîcî, da zanîn ku wan serî li Sefaretxaneya Îranê jî daye. Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin."

EMEP: Wekî Tirkiyeyê li dijî Kurdan şer dike

Serokê EMEP'ê yê Amedê Mehmet Aslanoglu jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de dengê Gelê Kurd li Rojhilata navîn bilind dibe û Tirkiye, Suriye, Iran û Iraq naxwaze ev dengê Kurdan bilind bibe. Li gorî daneyên Rêxistina Efoya Navneweyî di sala 2011'an de Rejîma Îranê 360 girtiyên siyasî darvekirin. Ger ku bi riya aştiyê pirsgirêk çareser nebe dê pirsgirêka Kurd li serê Tirkiye û Îranê bibe bela."


 DÎHA/AMED