Li Ewrûpayê tevdîrên ji ber şewba koronayê hatibûn girtin hêdî hêdî têne sistkirin. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê KCDK-E jî diyar kir ku ew gav bi gav û qonax bi qonax komeleyên xwe, sazî û dezgehên di bin banê xwe de ji îro û pêve deriyên wan vedikin.

Ji 400î zêdetir sazî û dezgehên di bin banê KCDK-E de meha Adarê bi sedema şewba koronayê deriyên xwe asê kiribûn. Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E daxuyakirin ku wê ji îro û pêve deriyên xwe yên dadayî ji nû ve vekin.

KCDK-Eʼê bi bîr xist ku tevî deriyên wan dadayîbûne jî xebatên xwe dewam kirine û dewleta Tirk a dagirker jî di dema vê şewbê de êrişên xwe dewam kirine. Ji lewra jî xebatên di vê demê de ji her demê zêdetir girîng bûne. Ji ber ku şewb neqediyaye wê xebatên xwe ji niha û pê ve jî li gorî rêzik û pîvan, tevdîr û prensîban bimeşînin.

   

KCDK-E careke din destnîşan dike ku tenduristiya mirovan di ser her tiştî re ye û dibêje, “Mirov tim di mal de bimîne jî nabe. Pirsgirêk wisa çareser nabin. Divê me hay ji rêzik û pîvanan hebe, lê divê em çalakiyên li kolanan xurt bikin û hewl bidin li sazî û dezgehan civînan piçûk be jî çêkin.”

Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku rewşa welatan di mijara şewbê de ne wekhev e, û di vî warî de ji bo Swîsreyê tê gotin, jixwe sazî û dezgehan deriyên xwe vekirine, lê li Franseyê xuya ye ku wê hinekî din rewşê bidome. Jixwe Elmanya bi disiplîn, bi rêzik û pîvan, tevdîran xwe digire û rewşê sist dike. Lê li Elmanyayê rewş li gorî eyaletan jî diguhere.