Weqfa Çanda Kurdan a li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo pêşxistina çand û zimanê Kurdî pêngavên girîng diavêje û li Kurdistan û Tirkiyeyê jî piştgirî daye gelek projeyên serkeftî yên rêxistinên girseyên demokratîk. Lê çapemeniya Tirk û hukûmeta AKP’ê vê weqfê jî dike hedef. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev daxuyanî û hewldanên reşkirinê yên li hemberî weqfê me siyasî ne û ji ber xweranegirtina li hemberî çanda kurd pêk tên. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Wisa xuyayê ku rayedarên Tirk naxwazin saziyeke sivîl a Kurdan a serbixwe û fermî bibînin, ev yek jî nîşan dide ku xebatên saziya me ya li ser çand û zimanê Kurdî, kevneşopiya dewletê ya li hemberî xebat û hebûna Kurdan nerehet dike.
Weke ku me da diyarkirin, hemû xebatên me ji bo zarok, çand û zimanê Kurdî ye... Rojnameyên Millî, navê weqfa me bi peyvên weke “tehdît”, “madeyên hişber” û “fuhûşê” re tîne ba hev û bi vî awayî dixwazin weqfa me terorîze bikin û rêrveberên weqfê bikin hedef. Bendewariya Wezareta Maliye û weqfa me ew e ku derbarê wê raporê de daxuyaniyek bê dayîn. Dîsa ger piştgiriya dewlet û gelê Swêdê ya ji bo çand û mafên demokratîk ên gelê Kurd weke piştigriya ji bo “terorê” were nîşandan, binavkirina vê yekê weke “seferek nû ya xaçperestan”bi xwe sucê nefretê ye.”
Li dijî îdîayan gilî bikin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî nûçeyên rojnameya Millî û malperên înternetê û MASAK’ê û wezîrên berpirsyar ku bi agahî û îdîayên şaş saziya wan dikin hedef, gilî û serlêdanên hiqûqî bikin.
MASAK´ê di nameya xwe de ku ji bo MÎT û midûriyeta ewlekariya Tirk re şand îdîa kir ku saziyên mîna Weqfa Chest, Global Fund Childeren û Ashoka General nêzîkê PKK’ê ne û diyarkirin ku ji bo Kooperatîfa Jinana Roniya Hêviyê ya li Amedê di nava 3 salan de 760 hezar kronê Swêdî, 100 hezar dolarê DYA û 125 hezar lîreyê Tirk şandine. Di raporê de tê îdîakirin ku ev pere bi rêya Weqfa Çandê ya Kurdan ji Swêdê hatiye şandin.
ANF/STOCKHOLM