LEZGÎN AKDENÎZ / MA/AMED
Nivîskar Faîk Bulut, xebat û nîqaşên ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd nirxandin û got: “Pêdivî bi saziyên sîwan ên nûnertiya gelê Kurd dike heye. Ji bo di qada navneteweyî de cih vekin ev yek şert e.”
Lêkolîner û nivîskar Faik Bulut got, heta niha gelek caran xebat û minaqeşeyên ji bo Kongreyê hatin kirin, lê bi encam nebûn: “Çar dewletên ku Kurd li wan hene, destketiyên Kurdan ji bo xwe tehlûke dibînin. Divê polîtîkayên çar dewletan baş bên lêkolan û li dijî van polîtîkayan, polîtayeke nû bê bipêşxistin. Karê lezgîn ê ku ewil Kurd bikin divê avakirina yekîtiya wan be. Heger Kurd vê yekê li ber çavan negirin wê ji wan biçe.”
Bulut, bal bire ser polîtîkayên AKP’ê yên li Rojhilata Navîn û got, “Polîtîkaya wê ya bingehîn û sereke ew e ku destketî û mafê Kurdan asteng bike. Ti fêdeya girêdana PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re tineye. Fêdeya wê ne li wê dibe û ne li gelê Kurd dibe. Têkiliyên ku fêdeyê nedin yekîtiya neteweya Kurd li pêş yekîtiyê astengê ava dikin. Divê berî her tiştî berjewendiyên gelê Kurd esas bên girtin.”
Wî got, ew ne pê re ye li gorî hejmara delegeyan hevdîtin bên kirin û wiha peyivî: “Ev ji aliyê siyasî ve li pêş yekîtiyê dibe asteng. Ez ne alîgir im ku li gorî hêjmara delegeyan hesaban bikin. Divê hesab hemû li ser berjewendiyên gelê Kurd bin. Divê hemû astengiyên li pêş wê bên diyarkirin û ji holê bên rakirin.”