
hsghazi@gmail.com
Goşeyek le mêjûy bizûtnewey çepî Êran
Le qalbî beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma, Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002
Be pele geramewe Bekreco û rûdawekem guzarşit kird. Çend roj duwatir le wê rûdawêkî dîke qewma. Celal Talebanî pêşmergekanî ko kirdbûwewe ke qiseyan bo bika. Le katî nutqî ew da hawrêyan Îrec Keşkolî û Siyamek Mueyîd- zade legel pêşmergeyekî Kurdî 'Êraqî ke qondaxî tifengekey be zewîyewe nûsandibû û lûlekey be destewe girtbû, le goşeyek rawestabûn û gwêyan girtbû. Lew nawe da guleyek deteqê û hawrêyan Irec û Siyamek şetlî xwên debin û dekewne ser zewî.
[caption id="attachment_253037" align="alignright" width="300"]

Îrec Keşkolî (Kak Simayil) u mam Celal li Şam. Îrec Keşkolî duway nexoşîyekî dûr u dirêj le bere beyanî Yekşeme 2-y mangî Mey 2020 le parîs malawayî le jiyan kird.[/caption]
Le çaw lêkirdnî yekem da wa dête berçaw ke guleke le bin çeney Îrecewe çûbête jûrewe û le teplî serî derkewtbê û guleyekîş we dilî Siyamek kewtibê. Ew katey Kurdekan ew qisane alugor deken ew dû hawrê birîndare hoşyan le ser xoyan bûwe û debîsin û pêyan seyr bûwe legel eweşda çone ke hêşta zîndûn û hestyan heye. Rûdaweke awa bûwe ke mindalokeyekî pêşmergey pazde salan le katî wutardanî Talebanî da kaye be tifengekey deka ke bê ewey bîyewê guleyekî lê derdeçê. Ew guleye we lûley tifengî pêşmergeyek dekewê ke le tenîşt ew duwane rawestabû û debête çend let. Dû letî piçûkyan yekyan we bin çene û ewîdîyan we keley serî Îrec dekewê û beşî serekî gulekeş we lay çepî sîngî Siyamek dekewê belam le bextan ew kitêbêkî Sûrî estûrî Mao Tsêtugnî le gîrfanî ferencîye 'eskerîyekey da rast le ser dilî Siyamek dêbê û lete gule duway kun kirdnî hemû laperekanî kitêbeke le pêştî beden têdeperê û le perasûy denîşê û hîç sedeme be dilî nageyênê (Percoy Mao;)
Dû qesdî xirape le çend rojan da nîşaney bernameyekî hîsab bokirawî Sawak bû û Celal Talebanî lew ruwewe gumanî nebû. Le layekî dîkewe ew pêşmerganey ke le dewr u berî ew mêr mindale bûn şahîdîyan deda ke guleke be helkewt teqîwetewe û hîç mebestêkî taybetî le gorê da nebûwe. Aşkiraye ke kûjranî Qadir Şerîf le layen Sawakewe bernamey darêjrabû belam aya rûdawî dûwemîş serçawey lewêwe bû, meseleyek ke qet rûn nebûwewe. Be pêy tika u recay ême kure mêrmindaleke duway dû roj le zîndan azad kira.
Duway kûjranî Qadir Şerîf, Kak Kawe bû be rêberî bê sêudûy girûpî Kurde Êranîyekan û duwacar be bê rawêj û meslehet legel ême girûpekey legel xoy bird bû ke dîsan le Êran dest be raperîn bikatewe. Her le heman despêkî kar da be dest kesêk be nawî 'Fuad' le endamanî girûpekey ke memûrî Sawak bûwe dekûjrê û paşmawey girûpeke bilawey lê deken. Ewey ke çîyan beser hat û çarenûsyan be kwê geyişt, qet rûn nebûwewe. Belam ew rûdawe natuwanê le rewtêk ke le Kurdistanî 'Êraq da hebû, cuda bê. Rêberî xwêndewar û wuşyarî raperîwan û jimareyekî têkoşerî lemêjîney lê derçê, le bedene da hokarî abûrî dewrî derece yekî degêra û nek hokarî syasî. Pêşmerge bew mûçeyey ke werî degirt û be parey ew demî mangane nizîkey dûhezar riyal debû xêzanekey îdare ka û eger lew bareyewe çetêk hatba pêşê bîrî le helwêst gorîn û dabîn kirdnî xercîyekanî dekirdewe. Girûpî ême zor car şahîdî rewtêkî awa bû.
Aya hatinî jimareyek rûnakbîrî le Urûpa xwêndû bo naw ewan û jiyan le gelyan û goya perwerdey ewan le zemanêk da ke mawekeşî kem nebû, tesîrêkî aşkray le ser ew girûpe hebû? Aya tefawetêkî le naw ew girûpe û ewanîdî da pêk hêna?
[caption id="attachment_253036" align="alignleft" width="196"]

Siyamek Mueyidzadeh le kadre balakanî Sazmanî Înqîlabî[/caption]
Zeman fêrî kirdîn ke na. Ew taybetmendîyaney ke le komelêkî taybetî da gûrawin û le mawey salanî dirêj da têkelawî terbîyetî xelik bûn,nakrê be zincîreyek kirdewe û wuşey le hêleg diraw pak bikrênewe û însanekan bigordirên. Le rastîda ême debû bibîne ewey ke komelan deyanewê nek ewey ke bimanewê komelan awa lê bikeyn ke tesewurî xoman bû.
Çendîn mang le duway bilawekirdnî girûpî Qadir Şerîf xeber hat ke jimareyekî dîke le Kurde raperîwe Êranîyekan le şarî 'Helebce' nizîk sinûrî Êran penayan hênawe bo hêzekanî Talebanî û daway yarmetîyan kirduwe. Dû le serkirdekanyan ke dû bra bûn û le temenî dewrî sî salan da bûn, be nawî Qadir Mamdar û Mihemed Reza Mamdar hatne Bekreco û legel ême aşna bûn. Ew dû kese be tundî pêkêşyan dekrid ke yarmetîyan pê bikrê û çend kes le ême bo perwerdeyan legelyan biçîne Helebce. Pêşnyarî ewan legel pêşwazî girûpî ême rûberû hat û legel eweşda Celal Talebanî zor beparêz û nîgeran bû, duwacar biryar dira 'Elî Sadiqî û min legelyan biçîn bo Helebce.
Hemûman le Kurdistan nawî xuwazrawey Kurdîman helbjard bû û bew nawane denasrayn. Tenanet dostanî nizîkî êmeş nawî rasteqîney êmeyan nedezanî. Nawman awa bû:
Kurş Laşayî = Duktur Celal
'Eta Hesen Axa Keşkolî = Kak Murad
Îrec Keşkolî = Kak Îsma'îl
'Elî Sadiqî = Kak Îbrahîm
Muhsîn Xatemî = Kak Kemal
Nawî min Duktur Cewad bû û nawî Siyamek Mueyîd Zadem webîr naye.
Dirêjey heye ….