
Goşeyek le Mêjûy Bizûtnewey Çepî Êran
Le Qalbî Beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002
Duway werû kewtinî xîlafekan hewlêkî zorim da ke her çonêk bê yekêtî girûpeke biparêzim. Pêşniyarim kird ke bo diyarîkirdnî fermande le rêgay dêmokratîkewe helsûrêyn û her kes dengî ziyatirî hênawe ew helbijêrîn, bê leber çawgirtinî ew pinktey ke merdim salarî rîşey fêrkirdin û terbîyetî dirêjxayenî dewê û legel terbîyetî xêlekî û fêodalî yek nagrêtewe. Le mawey salêk kar legel ew girûpe wurde wurde bom derkewtibû ke Namdarekan û her weha Kak 'Ebbas le binemale fêodalîyekanî nawçey Kurdistanî Êran bûn û yekêk le hoyekanî raperîn û penaberêtîyan îslahatî zewî rêjîmî Şa buwe. Kakilî nawendî ew girûpe xizim bûn û tenê çend kesyan takuteray peragende bûn. Le ruwangey bestranewey çînayetî legel girûpî Qadir Şerîf le Bekreco ciyawaz bûn.
[caption id="attachment_256949" align="alignright" width="189"]

‘Eta Hesen Axa Keşkolî[/caption]
Takuteray girûpeke be ruwalet rêzêkî zoryan le min degrit û be qewlî xoyan minyan wek bira xoş dewîst û be qewlî nawçeyî qisey minyan le erzî nededa. Katêk xîlaf û kêşe nawxoyiyekeyan be rîşey xêlekî û xizmayetîyewe dirka, hemû şityan le bîr birdewe û nesîhetekanî minyan be pûlêkî sûtawîş nedekrî û duwacar be dû deste dabeş bûn. Zorbe be giştî le cewanan pêk hatbû û emin bernamekanim legel ew desteye dirêje pê da. Girûpî Namdarekan ke le be temetrekan pêk hatbû, le rastîda xanenşîn bû û legel hêze çekdarekanî Qadir Kokoyî kewt.
Rojêk le cengey neberdêkî sehrayî da Qadir Namdar ke pênc pêşmergey be temenî legel bû û boyeş le girûp becê mabû, bo pişû dan rû le dêyek deken ke beyanî ew roje be dest xoyan û pêşmergekanî Talebanîyewe bû, ew dêye çend deqîqe pêştir dekewête dest pêşmergekanî Barzanî û leber ewey pêşmergey layenekan yunîformî ciyawazyan nebû Qadir nayan nasê û lêyan nizîk debnewe. Le mewday sed mîtrîyewe be muselsel teqeyan lê dekrê û ew pênc pêşmergeyey legelî bûn destbecê dekûjrên û Qadir boxoy ke pêyekî birîndar debê, dexşê û xoy le cogeyek da deşarêtewe belam deybînnewe û yexsîrî deken û katî cê hêştinî dêyeke leber birînî pêy natuwanê legelyan birwa, le tenîşt darêk le qerax dêyeke tîrebaranî deken. Brakanî û pêşmerge Êranîyekanî dîke çend rojêk be duway da degeran û neyan dozîyewe. Cewantirîn birayan Nadir Namdar ke le rîzî Barzanîyekanda şerî dekrid lewan le şwênî kûjranî Qadir agadar debê be şew heldê û xoy degeyênête Helebce û rojî duwatir be yarmetî birakanî dî termî şêwawî wî dedoznewe û bo naştin hênayane şar.
[caption id="attachment_256951" align="alignleft" width="208"]

Bergî kitêbî Parsanejad[/caption]
Guşarî Kurde Barzanîyekan roj be roj bo ser şarî Helebce ziyatir debû û xeber degeyiştê bo dagîrkirdnî yekcarekî le dêyekanî dewruber xerîkî ko kirdnewey hêzin. Celal Talebanî ew xeberaney be cîdî wergirt û rojêk be 600 kes le helkewtûtirîn şervananî hate naw Helebce. Barzanîyekan ew roje û şewkey ta beyanî le 'Ebabeylêwe destyan kird be bombaranî şarî û pênc kes le xelkî şaryan kuşt. Ser lebeyanî rojî duwatir hêrşî nîzamî bo ser 'Ebabeylê destî pê kird. Be pêy taktîkî Celal Talebanî pêşmergekan be şew be rêpêlge da xoyan geyandbûwe ser ew tepolkaney deyan ruwanîye ser ‘Babeylê û hêzekanî Barzanî yan ke ewanîş be şew çû bûne ser Berzayiyekan xafilgîr kird û zurbeyan nabûd kirdin. Le wane yekêk le fermande paye berzekanî Barzanî ke girûpî xompare hawêj le jêr fermandeyî wî dabû. Lebîrm naçê ke Mam Celal termekey wî dî çend car le qûlayî dilewe hawarî kird ke “heyf , heyf lew têkoşere.”
Beyanî pelamar bo ser 'Ebabeylê le deştewe destî pê kird. Hêze nîzamîye 'Êraqîyekan ke birryar bû hawrê legel hêzekanî Talebanî biçne cebhe, xizane naw hêlanekanyan le cergî sengerekanyan da û le şwênî xoyan nebzûtin. Emin ke legel Talebanî bûm tundî tûreyî û gurrey ew lew kate da qet le bîr nakem.
Le ber ewey paşmawey hêzekanî Barzanî 'Ebabeylî yan çol kirdbû, be xêrayî dagîr kira û hêzekanî Talebanî dirêjeyan deda be rawedûnan û nabûd kirdnî dujmin. Le berbêlay malî kwêxay 'Ebabeylê ke Talebanî û min lewê rawestabûyn demantuwanî be başî şanokanî rawedûnan û têkhelçûnekan temaşa bikeyn. Lew şere da kurde Êranîyekanî dewrî 'Ebbas azayetîyekî zoryan le xoyanewe nîşan da û Mam Celal zorî mihebet legel kirdin û sipasî kirdin. Yek le heqîqete diltawênekanî ew neberdane ewe bû ke xeberyan hêna bo esfendyar yekêk le cewane Kurde Êranîyekanî girûpî 'Ebbas ke mamî ke le rîzî Barzanîyekan da şerî dekrid, kûjrawe û le filan nawçe kewtûwe. Esfendyar û hawrêyanî be se'atan geran ta termekey wîyan dozîyewe û bo naştin birdyan bo Hellebce.
Be kotayî hatnî şer karî serekî min destî pê kird. Birîndarekanyan hêna hewşey malî kwêxa û emin be çanta pizişkîyekemewe le lay yekêkewe deçûm jûr ser yekî dî û karim derhênanî gule le birînekan, birîn pêçanewe û birîn durînewe, helbestnewey cêy şkaw, pêşgîrî le xwênrêjî û ewane bû û lew kate da şanokanî fîlmî "Be Bada Çû" dehate berçawim û ewîş pê rageyiştnî ew dukture bew hemû birîndarane bû û arezûm dekrid perestarêkim hebûba ke kar bizanê û yarmetîm bda.
Dirêjey heye...