
Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schûlz li Brukselê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, “Ji bo Serokatiya Parlamenta Ewropayê ez ê cara sêyemîn nebim namzet.” Schûlz diyar kir, ew ê di hilbijartinên giştî yên Elmanyayê de ku di sala 2017’an de pêk tê, bibe namzet. Rojnameya çepa navendî ya Elman Suddeutsche Zeîtûng û kovara heftane Der Spîegel jî nivîsandibûn ku Schûlz wê ji bo Serokatiya Parlamenta Ewropayê nebe namzet. Li gorî rojnameya Suddeutsche Zeîtûng, Schûlz wê ji partiya xwe SPD di lîsteya herêma Nordrheîn Westfalenê bibe namzet.
MANNHEÎM