A. Çalhanê bav: Ji bo gel dengê xwe li dengê zarokên me zêde bike, divê zend û bendan bade. Pêwîst e gel vî dengî bibihîse û xwedî lê derkeve. Wê demê wê hê bêhtir dengê daxwaza zarokên me bê bihîstin.
AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN
Sînan, Mahsum û Bunyamîn Çalhan sê bira ne û li hepsên cuda ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Bavê hepsiyan Abdulkadîr Çalhan xwest daxwaza zarokên wî bê bihîstin û doza hestiyarbûnê li her kesî kir.
Berxwedan wê bidome
Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 226 hepsiyên ji doza PKK û PAJK´ê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ne. Li kêleka vê jî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan a dorveger û bêdawî jî li gelek hepsan didome. Sînan (28), Mahsum (25) û Bunyamîn Çalhan (22) birayên hev in û li hepsên cuda tên ragirtin. Ew jî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ne ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan. Sînan bi koma ewil re li hepsa Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê, Mahsum di koma duyem de li hepsa Bunyan a Kayseriyê û Bunyamîn jî di koma çaremîn de li hepsa Tîpa E ya Mêrdînê dest bi çalakiyê kir.
Xwedî li daxwazê derkevin
Bavê her sê birayên girtî, Abdulkadîr Çalhan diyar kir ku her sê kurên wî jî bi awayekî neheqî girtî ne, û grevên birçîbûnê yên li hepsan jî li dijî vê neheqiyê dest pê kiriye. Li ser mijarê wî wiha dewam kir: “Divê demildest bersivê bidin daxwaza hepsiyan. Em wek malbatan jî pişgiriya zarokên xwe dikin. Leyla Guven gavek avêt. Ez li vir Leyla Guven û hepsiyan silav dikim. Divê tecrîd bi dawî bibe. Lazim e bersiva banga aştî û demokrasiyê bê dayîn.”
Çalhan bang li raya giştî jî kir û got, “Ji bo gel dengê xwe li dengê zarokên me zêde bike, divê zend û bendan bade. Pêwîst e gel vî dengî bibihîse û xwedî lê derkeve. Wê demê wê hê bêhtir dengê daxwaza zarokên me bê bihîstin.”