Bernameya meha Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû. Di çarçoveya bernameyê de pêşangeha wêneyan wê bê vekirin û 2 lîstikên şanoyê bên lîstin.

Promiyera lîstika “Wê Hesab Neyê Dayîn” û lîstika “Sê Ezezok” a zarokan wê bê lîstin û her wiha pêşangeha “Bêsînor” a tevlîhev a Murat Satici jî wê bê vekirin. 

Di lîstika “Li Rawestgehê Sê Ezezok” de ku ji aliyê Ozer Tunca ve hatiye nivîsandin û Ruknettin Gun derhêneriya wê dike, behsa têkiliya 3 sûtalan dike ku li rawestgehê li benda otobêsa jimare 24’an in. Di lîstikê de zimanê laşî tê bikaranîn û bi çeşnê xwe drama ye. Lîstik wê di 5’ê Mijdarê saet di 12’an de bê lîstin.” 

Lîstika din jî “Wê Hesab Neyê Dayîn” e. Ev lîstik sala 1974’an ji aliyê Dario Fo ve hatiye nivîsandin. Lîstik behsa zor û zehmetiyên karkerên li berbajarên Îtalyayê dike. 

Derhênerê lîstikê Ruknettin Gun e û wê di 3’yê Mijdarê saet di 19.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin. n AMED