Vêcar di sê eniyan de ezmûn hene. Kurd, di dîroka xwe de gelek ezmûn bihartin, ji gelek ezmûnan derbas bûn, hin car serketin, hin car binketin, lê ezmûna vê carê ji hemûyan wêdetir û dijwartir e, ji ber ku ezmûna vê carê li ser 'dewletbûnê' ye. Gotina me li dor 'dewletbûn'ê ye, le ev 'dewletbûn' ne wekî dewleteke fermî, ne wekî hemû dewletan e. (Wek Ehmedê Xanî, Cegerxwîn jî gotî, dewletbûneke wekxwebûn e.) Wekxwebûn, di asta xwedî dewletbûnê de asteke herî bilind e. Cara yekem e ku Kurd, bi wateyekî kûr ve xwedî îradebûnê diceribîne, nirxdayîna vînên xwe diceribîne, ya ku nû ye ceribandina wekxwe bûn e, xwedî bixwe derketin e, xwediya xwebûn e, xwedî birdoziya xwe, xwedî baweriya xwe, xwedî nirx û rûmetên xwebûn e. Ango bixwe re bawerbûn e. Bi hêzên xwe re, bi fikr û ramanên xwe re, bi zanîn û zanyariyên xwe re, bi nêrînên xwe re watedayîn û bawerbûn e, hwd...
Ango vêcar kurd, ne bi gotinên serdestan tevdigerin, rasterast bi gotinên rêveberên xwe, hay ji xwe hatine, bi mêjiyên xwe ve tevdigerin. Ya ku nayên pejirandin ev e... Di pergala desthilatdariya kapîtalîzma moderniteyê de ya kû bi tu awayî destûr nayê dayîn ev yek e... Ji ber wê, ya ku dewletên mezin, dewletên mêtinkar, ya ku (hin) dewletên navnetewî napejirînin ev yek e, ya ku serdest û desthilatdarên Tirk, Ereb, Faris û hin dewletên xwedî birdoziya 'siyonîst' nerazî ne, ev yek e... (Em zelal bikin, di vir de wateya 'siyonîst' wek netew Yahûdîtî nîn e, birdoziyek e, baweriyek e, psîkolojiya serdestiyê bixwe ye)
Ji ber van sedeman, îro Kurd, di sê eniyan de ketine nav ezmûneke herî mezin. Di nav van de yekemîn enîya şer li hêla Bakûr e. Ji ber wê, pergal, di serî de sînor a rik û baweriya Bakûriyan diceribîne. Piştî çend ceribandin, iro rik û dudiliyek pê wan ketiye û di nav eciziyek de ne: "gelo em dest bi strateciyên nu bikin an na?"
Îja pêvajoyeke nû destpê kir. Lê, heta niha, em bêjin sedan sal pozbilindiyek hebû, Kurd wek xwe nedîtibûn, ango li himberî wan Kurd heya niha wekxwe nesekinîbû, sekneke xwedî vîn nîşan nedabû. Ev yek çû zora wan. Îro şer, şerê di dil de nasnekirina vîna Kurd e. Bi vî sedemê, rewş li Bakûr di nav derbendiyekê de dimeşe.
Duyemîn ezmûn Li Rojava ye. Heta ku Rojava ne di rojevê de bû, desthilatdar bi zorê vîna Kurdbûnê dipejirand, lê gava ku Rojava jî wek Kurdekî xwedî vîn serê xwe rakir û kesayetiya xwe nîşan da, tengaviya dilên desthilatdaran hê rabû û hê li ser krîza xirapmêjûyê ve qulibî.
Sêyemîn ezmûn, li Başûr pêk tê, an jî bi rastî tirseke pêkhatinê ketiye rojevê. Desthilatdarên Tirk, Faris û Ereb, bi tu awayî nebawer bûn ku pergala Başûr nêzî hêz û birdoziya Bakûr û Rojava werin, ji ber ku va çendîn sal e hewl didin ku li Bakûr pergaleke kapîtalîzma moderniteyê ava bikin û bi vi awî him perçebûna Kurdistan tu wextî ber bi yekbûnê ve neçe, him jî birdoziya ku li Bakûr şîn dibe roj bi roj qels bimîne û di encamê de destê xwe direjî mêtingeran bike û kesayetiya xwe, vîna xwe binpê bike. Lê di vê ezmûnê de jî neçarî xwe nîşan dide, lê ev neçarî ne bi vîna pergala Başûr, taybet bandora Bakûr wek bayek Başûr jî neçar hîşt û şert û mercê Başûr guherand, mecbûr hîşt ku hêzên Başûr jî ber bi yekbûn û xwedî îrabebûnê ve bimeşin.
 
Encam...

Niha em li jorê li ser sê xalan sekinîn. Li ser sê ezmûnan. Ew sê xal ku sedemên xirapmêjûbûna pergala Tirk, Fars û Ereban in...
Em bi zelalî bilêvbikin; Kurd hê va ezmûnan wek bi awayekî serkeftî derbas nekeriye. Lê rewşeke wisa heye kû, bêîmkan desthilatdar dê bi binkevin, lê Kurd bi çiqasî serbikevin ew hê nediyar e. Ew, sedî sed bi tekoşinê ve girêdayî ye. Vîna ku îro derkeve pêş, teqez sedan sal bexta Kurdan binivîse, bibe nivîsa bextê Kurd û Kurdistan a sedan salan...