Em ji Ziya Gokalp dest pê bikin. Balkêş e, rewşenbîrên ronakbîriya Tirkî belav dikin, yan bûne şêwirmendê despotan, yan jî bûne wezîr. Hedonîst in. Ziya Gokalp yek ji wan e, ji kiryarên ant-î kurd û ji kiryarên meyl-î tirk hez dike. 

Dibêje: Tirkbûn, îslambûn û modernbûn!

Sê gotin, di hişmendiya Tirkan de, wek bîrdozan têne qebûl kirin.  Her sê gotinên ku bûne bingeha faşîzma Tirkîtiyê, li dijî “laîktî”yê ne û nirxên mirovahiyê dikujin. Faşîzm nirxan qebûl nake. Her diktator parçeyek nexweş e û bi dengê akuîstîkî (dawudî) diaxive. 

Laîktî !.. Yek xala ji nirxê herî giring yê TC´yê ye. Laîktî !.. Dustur e, ji şeş tîran tîrek e û bingeha netewe-dewleta Tirk e. 

Li hemberî cîhana pêşketî, maskeya herî baş ya modernîteyê ye. Laîktiya Komara Tirkiyê, di gotinê de maye, "Qanuna Medenî" hatiye amade kirin, lê ji refê tozgirtî daneketiye. Mînaka wê jî qrewata di stûyê Erodgan de ye. 

Sîstema netewe-dewleta Tirk, di "laîkti"yê de ber bi kapîtalîzmê ve çûye, lê sîwana olê her dem di ser serê xwe re girtiye. Erdogan jî rengê wê siwana olî ye. 

Sê gotin, sê tez û bîrdoz ; îro jî bûne top û tang, bajar û gundên Kurdan wêran dikin.  Sê gotin, sê tez û bîrdoz, bûne bingeha rewşa awarte, bûne çeteyên DAIŞ´ê, bûne leşkerên li Başîqa, bûne bombardûmana li Qendîlê, bûne çekên kîmyewî li Roboskê, li gelî û mesîlên cûda yên Kurdistanê, bûne faşîzma Qesrê, bûne sîstema Necîp Fazil Kisakurek û REÎS´ê ku bîadê dixwaze. 

REÎS´ê li Qesrê, wek generalekî ku darbe kiribe diaxive. Bi berterefkirina serokwezîrê xwedayê bîrdoza ahmeqizmê Dawudoglu, Desturnameya 3 xalî dide amadekirin.

Destrunameya 3 xalî, wê bibe bingeha wahiyên ku Cebraîl ji Reîs re bîne. Hingî koalisyona Qesrê ku li gorî sê gotinên Ziya Gokalp, lê di rengê KESK de û bi armanca qirkirina gelê Kurd hatiye avakirin wê, harmoniyên behiştê bilorîne. 

Erdogan, her çiqasî ji Hitler mînakan bidê jî, kopiya Evren e… Wek Evren, dibêje, "Ez bi dengê gel hatime hilbijartin", ev gotin ne rast e, Evren, bi darbeyeke sivîl, bi hêza artêşa dewşirme û kontrayên MÎT, TÎT, KÎT û HES´ê hate hilbijartin. 

Artêşa Tirk, balkêş e û fantaziyek ji rastiya xwe cuda ye, baş nayê naskirin. Wek ocax tê binavkirin, ji nirxên ocaxê dûr e. Qotiya girtî ye, di bin bergenên xakî de, wek dêwên derdikevine nêçîra mirovan, bi ewrên reş pêçayî ye. Ji destpêka komarê heta îro, wek zêde laîk, zêde modern, zêde alîgirê reforman, zêde aqîl, zêde pêşverû, zêde têgihiştî hate lansekirin. Ev nirxên giranbiha, di devê tang û topan de dibine mirin û li bakurê Kurdistanê dibarin.

Ev qotiya girtî, bi hişmendiya sedsala navîn xwedî dibe. Ew jî xwîn e, goştê mirovan e!... Sîsyank û gornebaş in!. Li sê gotinên Ziya Gokalp, "kemalîzm" zêde kirine û bûne dergehê "artêşa umetî"… Ahmaqîzm e… Ahmaqîzm, ne bêqaqilî ye, plangeriya kujerî ye, lewra ev ocaxa ahmeqîzmê mirinê diparêze. Mirina gelan û tunekirinê. 

Sê gotinên Ziya Gokalp jî mirin û dagirkeriyê diparêzin.

Rewşenbîrên ronakbîriya Tirkî belav dikin jî, ev sedûpencih sal in, nû nû, bi hewldana 2 hezar akademisyenan bostekê bi pêş ketine. Ev serketina Hereketa Azadiya Kurd e… 

Lê, sê gotinên tez û bîrdozî, bi saya ronakên wek Prof. ( !) Dr. Ataol Behramoglu û seroka PENa Tirk Zeynep Oral, li ser lingan e… Ji bîrdoza Necîp Fazil Kisakurek dûr xuya bikin jî, ew ronakbiriya Tirkî belav dikin, bûne stûna Qesra Erdogan.

Ev kes û derdor, biqasî Necîp Fazil Kisakurek, bi formulasyoneke cuda, ola rêxistinkirî, nijadperestiya îşkdayî û şerîata Tirkî diparêzin. Bingeha vê jî, dewşirmetî ye. Mîratzadeyên Osman-î Îttîhadî tev dewşirme ne. Dewşirme, xeyibî ye, bê binyat e, sexelî ye, di aliyê mêjî de xesandî ye, şûrkêşên rastmal in, celladên gelan û celladê kulturên cuda ne! 

Sê gotinên Ziya Gokalp, Reîstiya Necîp Fazil Kisakurek, di Qesrê de, bi beden bûye. Ev beden, di warê serî de nexweş e, bi edrê-sara dikevê. Lê rewşenbîrên ronakbîr « halûsînasyona » Reîs di rengê helbestan de, li gel belav dikin. Bi rengên cuda, bi gotinên helezonîk. Tewirandina razandinê! 

Ev kes û derdor, "bilbilên bextewar" in û modulasyona serokatiyeke diktatorî, bi gotina Nezih Merîç, şefîtî, atatî û siltanetî, di nava îroniyeke rebenî de dilorînin. Erdogan jî got, serokatiya diktatorî di toreya me de heye. Dema gel pez û dewar bê dîtin, ji sosyolojiyê dûr, dîtinek ahmeqîzmê ye. Tirkiye bûye dewlet, lê hîna gel nîne! 

Li aliyekî halûsînasyona diktatorê nexweş, li aliyê din, ocaxa dewşrimetiya sexelî û di mêjî de xesandî!

Balzac, di romana Gambara de dibêje, "çolê cîhan dagir kir". Erdogan, ocaxa dewşirmetiyê ber bi "artêşa ummetê" ve dibe. Artêşa Tirk jî ji bo vê amade ye… Ummetbûn qirkirin û xwîn e, Yanî ji bo tez û bîrdoza REIS´ê sara’yî amade ye. 

Erdogan dixwaze bi "tirkbûn, îslambûn û moderbûn"ê cîhanê dagir bike. 

Yekparêziya ku Erdogan wek libên "tizbiha efe"yan li pey hev rêz dike, yek "Tirkbûn, îslambûn û modernbûn", (kemalîzmê nahejmerê), bi devê serokê parlamenê jî, "laîktî" mulga kir. 

Qesr bûye qamçiyê diktator û şef, bûye fermana despot û reîs.

Rewşenbîrên ronakbiriya Tirkî belav dikin jî, bûne delêliyê "artêşên mumîn" , şabaşan didin. Di şabaşan de, nav dikiranidn heye, ev ronakbîrên şerîata Tirkî, nav nabêjin, lê wek bilbilên bextewar, şabaşan didin.