Li rojhilatê Tebqayê, di nava du rojên bihurî de 3 gund hatin rizgarkirin. Di şer de herî kêm 25 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’é bi armanca parastina bajarê Tebqa û qutkirina riya di navbera Reqa û bajarên din ên Sûriyê de, ji rojhilatê Tebqayê ketin nava tevgerê. Şervanan di du rojan de gundên Hora, Baruda û Metyura yên 20 km li rojhilatê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. 

Di şerê 2 rojan de herî kêm 25 çete hatin kuştin. Pirraniya çeteyên hatine kuştin, rextê intîharî li xwe pêçabû. Şervanan wekî din maşîneyeke bombebarkirî îmha kir û maşineyeke bombebarkirî jî hat bêbandorkirin û kete bin kontrola şervanan. Li gundan xebatên lêgerin didome. Heta niha 5 keleş, yek M-16 û dockayeke 12.5 mm tevî maşineya xwe ketiye destê şervanan. 


 ANHA / REQA