Hewldana Bicihbûna Gundên Ekolojîk a Buka Baranê ji bo Êzidiyên ji êrîşên DAIŞ’ê reviyan û li Êlihê bi cih bûne sê projeyên modela gundên ekolojîk pêşkêşî şaredariya Êlihê kirin. Endamên Hewldanê ku projeya xaniyên kerpîç, ortpîç û kayê amadekirin, gotin, bi mesrefeke kêm qadên jiyana nû dikarin bên afirandin. Ji aktîvîstên Bûka Baranê Mîraz Rûspî diyar kir ku li navendên bajêr bi atolyeyên ekolojîk ên avakirine ew balê dikişînin ser warên ekolojîk û got, ev bi salan e ku ew li ser gundên ekolojîk disekinin û êdî li pêşiya avakirinê ti astengî tine. Rûspî got, herî dawî wan sê projeyên gundên ekolojîk pêşkêşî şaredariya Êlihê kirine û wiha pê de çû: "me sê model pêşniyar kirin. Ya yekemîn malên kerpîç in yên ku li herêmê tên bikaranîn. Me ji bo vê, modela ‘alper’ pêşniyar kir. Ji ka, ax û kirêcê pêk tê. Dema ji qalib tê derxistin bi lez dicemide. Modelên ku em difikirin ji wan xaniyan in ku têra xwe dikin. Ev xanî germahiya xwe û hênikbûna xwe jî diafirînin. Ev ê malên bi serê xwe misteqîl bin. Her wiha kanalîzasyonên wan dê weke zibil daran xwedî bike.


Hem kêmmesref in Hem jî xwegirtî ne
Wekî din di nava wê de wê seraya wê jî hebe, û her kes di vê modelê de sebzeyên xwe hilberîne. Ruspî diyar kir ku ev xanî kêmmesref in û modeleke din ya xaniyên ji kayê ne. Ruspî wiha dewam kir: “ev modela xanî hêj li Bedlîsê hene. Me projeya xaniyên kayê jî pêşkêş kir. Ji ber ku ev der cihê genim e. Di çanda me de di avahiyên bi vî rengî de tiştên ku ekolojîst nizanin hene. Ev bi giştî ekolojîk e. Ev li Ewropayê her tim tê bikaranîn. Aliyê hundir yên dîwaran hemû bi kayê tê dagirtin. Dora wî jî bi heriyê tê çêkirin û seyandin. Bi vî awayî desturê nade bihuk û agir bikeve hundir. Her wiha ka li dijî erdhêjê jî gelekî xwegirtî ye.
Mîraz Rûspî ji bo modela sêyemîn got, ev jî xaniyên ‘ortçîp’ in ku hewcedariya germahî û hênikbûna wan tine û wiha peyivî: “modela ku me pêşniyar kir, mînak sibehan germahî 40 derece be êvaran dikare dakeve 20 dereceyan. Ortçîp tê wateya keştiya ser rûyê erdê. Heger qiyamet jî rabe dikare dîsa şaristaniyê ava bike.” Ji aktîvîstên Buka Baranê, Rojbîn Elvan jî diyar kir ku armanca van gundên ekolojîk ew e ku çanda gundên berê ji nû ve bînin û wiha pê de çû: “ev gund dê gundên berê bi xwe re bînin. Em li gundekî bixebitin em ji bo 3-5 mehan naxebitin. Jixwe em jî koma jiyana ekolojîk in. Li her gundê ku bê avakirin em ê cih bigirin. Tiştên ku em ji bo xwe naxwazin em ji bo kesekî din jî naxwazin.


Mexdûrên şer warên ekolojîk ava kirine

Elvan got, endamên Hewldana Bûka Baranê jî ji xwe re gundê ekolojîk ava kirine û wiha dewam kir: “warên ekolojîk bi tenê li Gundên Ekolojîk nayên çêkirin û li bajaran jî tên çêkirin. Li Êlihê ez dikarim gelek mînakan bidim. Niha em 20 malbat cihekî wisa ekolojîk ava dikin. Ev der 15 kîlometroyan dûrî bajar e, em ji bo xwe jî bi heman formulê gundekî ava dikin. Ne bi tenê li derveyî bajêr, li navenda Êlihê jî ev dikare pêk bê. Di salên 90’î de dema gund hatin şewitandin û koçberiyê destpê kir li gelek taxan welatiyan taxên ekolojîk ava kirin.
Elvan diyar kir ku ew hewl didin li van herêmên ku pêwîstî pê heye, mirovan belav bikin û piştî ku komkujiya li ser Kurdên Êzidî pêk hat, em jî hema ketin nava hewldanê." Elvan got, li şûna kampên penaberan wan xwestiye ku tiştekî wisa biafirînin û ew dixwazin mirov li wir mayînde bi cih bibin. Elvan da zanîn ku projeya Xweseriya Demokratîk her kesê di civakê de dijî digire nav xwe û meclîsên gel ên ku jin, zarok û kalûpîr jî tê de ne, wê ava bikin. Der barê mijarê de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî agahî da û da zanîn ku ew jî her sê modelên Hewldanê di cih de dibînin û got, ji bo biryareke kolektîf bê girtin divê projeyan bişînin navenda giştî ya partiya xwe.

ÊLIH