Bi hezaran şêniyan Cenazeyên Têkoşerên YPG’ê Niştiman Omer (Niştiman) ku di 1’ê Nîsana 2014’an li gundê Ebû Xidir yê girêdayê Tirbespiyê jiyana xwe ji dest daye, Têkoşer Ceryan Osman (Ceryan) yê ku di sala 2013’an de li Til Hemîs jiyana xwe ji dest daye û Têkoşer Mihemed El-Mihemed (Murad Qamişlo) yê ku di 2’ê Îlonê de li Minbicê jiyana xwe ji dest da, ji saziya malbatên şehîdan wergirtin û birin goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Digurê yê Tirbespiyê.

Di goristanê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Mehemed Şefî, li ser navê YPG/YPJ’ê Fermandar Alan Qamişlo, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM Hediye Şemo, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî Dîrok Mele Beşîr, axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hat gotin ku şehîdan ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk canê xwe feda kirin. 


ANHA/TIRBESPIYÊ