Sê jinên şoreşger yên Kurd ên ku 9´ê Çileyê 2013´an li Parîsê hatin qetilkirin, di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de li Mexmurê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Saziya Malbatên Şehîdan hatin bi bîr anîn. Bi dehan kes beşdarî bibîranînê bûn.
Di merasîmê de Endama Meclîsa Îştar, Nûran Sezgîn axivî û di kesayeta şehîdên Komkujiya Parîsê de şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Nûran Sezgîn got, Sara pêşenga xeta jina azad e: “Sekna şehîd Sara hişt ku em jinên Kurd li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya azadiyê xurt bikin.”
Endama Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li ser xeta şehîd Sara bimeşin û heta dawiyê li ber xwe bidin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
ROJNEWS/MEXMÛR